Hejmara kesên li Rojava hatin qetilkirin derket 7'an 2023-12-25 20:21:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta tirk de jina ciwan a bi navê Aya El Sebawî jî jiyana xwe ji dest da. Hejmara kesên li Qamişloyê hatin qetilkirin derket 7’an.   Di encama bomberdûmana dewleta tirk a li ser gundê Um El Fursan ê li rojhilatê Qamişloyê de jina ciwan Aya El Sebawî jiyana xwe ji dest da û dotmama wê Sureya El Sewabî jî birîndar bû.   Di danê êvarî de dewleta tirk kargeheke terzî û stasyona petrolê ya Qenat Siwês a li taxa Meyselûn a Qamişloyê jî bombebaran kir.   Bi vî awayî di êrişên dewleta tirk de 7 welatiyên Kantona Cizîrê jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.    Li Kobanê jî 2 karker birîndar bûn.