Di êrişê de 6 kesî jiyana xwe ji dest dan

  • 15:19 25 Kanûn 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di bombebaranên dewleta Tirk de li gorî agahiyên destpêkê 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.
 
Artêşa Tirk îro gelek navendên xizmetê yên li bajarê Qamişlo bombebaran kirin. Di bombebaran de ziyanek mezin a madî çêbû, karkerên li van navendan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. 
 
Li gorî agahiyên çavkaniyên tenduristî, ewlekarî û Meclisa Malbatên Şehîdan di êrişan de 6  kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûne.
 
Li gorî agahiya ku hîn nehatiye teyîtkirin, 4 kes jî di êrişa ser Çapxaneya Sîmav de jiyana xwe ji dest dane.