Di êrişê de 6 kesî jiyana xwe ji dest dan 2023-12-25 15:19:39     NAVENDA NÛÇEYAN - Di bombebaranên dewleta Tirk de li gorî agahiyên destpêkê 6 kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.   Artêşa Tirk îro gelek navendên xizmetê yên li bajarê Qamişlo bombebaran kirin. Di bombebaran de ziyanek mezin a madî çêbû, karkerên li van navendan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.    Li gorî agahiyên çavkaniyên tenduristî, ewlekarî û Meclisa Malbatên Şehîdan di êrişan de 6  kes jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûne.   Li gorî agahiya ku hîn nehatiye teyîtkirin, 4 kes jî di êrişa ser Çapxaneya Sîmav de jiyana xwe ji dest dane.