Ciwanên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê li dijî komployê dimeşin

  • 20:31 12 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê û silavkirina pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji Pirsgireka Kurd re Çareserî” wê meşekî dirêj a 3 rojan li dar bixin.
 
Tevgerên ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat û silavkirina pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji Pirsgireka Kurd re Çareserî” meşekî dirêj a 3 rojan li dar bixin. Meş wê di 14’ê Cotmehê de saet di 09.00’an de li ber lîstikgeha 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo dest pê bike.
 
Meşvan wê di navçeyên Tirbêspiyê, Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê de derbas bibin. Hat ragihandin ku di bernameya meşê de film, semîner, sînevîzyon, nameyên Şehîd Erdal Şahîn û Şehîd Rojhat Zîlan cih digirin. Çalakî piştî 3 rojan li bajarê Dêrîkê bi mitîngekê bi dawî bibe. Tevgerên Ciwanên Şoreşger banga beşdarbûba meşê li hemû ciwanan kir.