Li Mûşê 9 kes hat binçavkirin

  • 17:32 12 Cotmeh 2023
  • Rojane
MÛŞ - Li Mûşê li dijî êrîşên li dijî Rojava hat xwestin ku daxuyanî bê dayîn. Polîsan dora girseyê girt û 9 kes binçavkirin.
 
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk a Mûşê ve li Qada Kobanê, hat xwestin ku daxuyaniya çapemeniyê bidin . Daxuyanî bi hinceta qedexeya walîtiyê hat astengkirin û li ser vê yekê polîs girseyê kir bin ablûqayê. Di encama mûdaxeleya polîsan de 9 kes hatin binçavkirin.
 
Kesên ku hatin binçavkirin navên wan wiha ne: Hevserokê DBP’ê yê Mûşê Selamettîn Yilmaz, Hevseroka HDP’ê ya Mûşê Bermal Nergîz, endamê Lijneya Rêvebiriya Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Boz, Çîçek Tutuş û Omer Koç, endamê Meclîsa Ciwanan Maruf Çelîkel, Serhat Dûrsun û kesek ku navê wî nehat zanîn.