70 roj in malbat li benda cenzeyan e

  • 16:48 12 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Di bomebarana li ser Çiyayê Bagokê de 3 endamên YJA -STAR'ê jiyana xwe ji dest dabûn û 70 roj in cenaze radestî malbatan nehatine kirin. Piştî ku cenaze radestî wan nehatin kirin malbat hatin Mêrdînê û ji dozgeriyê xwestin ku ATK'ê hişyar bike ji bo raporê zû binviîse. 
 
Endamên YJA STAR'ê Leyla Gulcû (Dîcle Eylem), Şekirnaz Kaplan (Gulbahar Mercan) û Emîne Kaplan (Eylem Munzur) ên di 4'ê Tebaxê de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di bombebaranê de li Çiyayê Bagokê  jiyana xwe ji dest dabûn. Zêdeyî du meh in cenaze radestî malbatên wan nayên kirin.
 
Malbat cenazeyên xizmên xwe dixwazin
 
Malbatên ku dixwazin cenazeyên xwe yên li goristana bêkesan hatine definkirin wergirin, ji ber ku rapora der barê nimûneya DNA'yê ya ji Saziya Tipa Edlî (ATK) re hatiye şandin, nehatiye amadekirin, nikarin cenazeyan bigirin. Malbata Emîne Kaplan a ji Elîh (Batman) û Leyla Gulcû ya ji Amedê 70 roj in hewl didin cenazeyên xwe werbigirin û beriya niha jî gelek caran ji bo bi dozgeriyê re hevdîtinê pêk bînin hatin Mêrdînê, îro careke din hatin Mêrdînê. 
 
ATK'ê sewqî dozgeriyê kir
 
Malbatên ku bi hefteyan li benda rapora ATK'ê ne, diyar kirin ku divê ATK bi lez  raporê ji dozgeriyê re bişîne, ji ber vê yekê hatin Edliyeya Mêrdînê û bi daxwaznameykê ji dozger xwestin ku raporê lez bike.
 
Dê ji ATK'ê re daxwaznameya lezkirinê bê şandin
 
Parêzerên malbatan, diyar kir ku dozgeriyê daxwaz qebûl kiriye û wê ji bo ATK roporê bi loez bişîne daxwazname bê şandin.