Li dijî êrişan daketin qadan

  • 16:28 12 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Dêrsim, Mêrsîn, Mêrdîn, Êlih û Riha hat şermezar kirin, her wiha li Agirî, Mûş, Qers û Îdirê jî daxuyaniyên çapemeniyê hatin astengkirin. 
 
Li Dêrsim, Mêrsîn, Mêrdîn, Êlih û Rihayê, êrişên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin hat şermezarkirin. Her wiha li Agirî, Mûş, Qers û Îdirê jî daxuyaniyên çapemeniyê hatin astengkirin.
 
Dêrsim
 
Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê jî xwestin têkildarî mijarê li Qada Seyîd Riza daxuyaniyê bidin. Lê belê polîsan êrişî çalakvanan kirin. Di encama êrişa polîsan a li Kolana Hunerê de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Dêrsimê Nazli Çelîk û Ferhat Yildiz, Hevşaredarê Periyê Orhan Çelebî ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, Serokê EMEP’a Dêrsimê Ergun Tekîn, Çagdaş Bagaç, Ender Şîmşek, Alî Bozkurt û Hidir Yildiz hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Dêrsimê.
 
Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu jî ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Ayten, bertek nîşanî dorpêça polîsan da û wiha got: “Heta ku li Rojhilata Navîn çareseriyek tê dîtin em ê dengê xwe her derxînin. Em li dijî qetilkirina sivîlan a di şer de ne. Em li dijî teşhîrkirina bedenên jinan a di şer de ne. Divê ambargo were rakirin û dawî li qirkirina Kurdan bê anîn.”
 
Riha
 
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk ji bo şermezarkirina êrişan xwestin li Rihayê daxuyaniyekê bidin. 15 ciwanên enternasyonalîst ên ku ji welatên cuda yên Ewropayê ji bo tevlî kongreya Partiya Çep a Kesk a di 15'ê Cotmehê de bê lidarxistin bibin û ji bo rêze serdanan li Kurdistanê bûn jî xwestin tevlî çalakiyê bibin.
 
Endamên partiyê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Rihayê hatin cem hev û xwestin li ber Navenda Karsaziyê ya Ahmet Bahçivan ku wê daxuyanî lê bê dayîn bimeşin. Polîsan bi hinceta "Qedexeya walîtiyê" asteng kir. Endamên partiyê bertek nîşanî qedexeyê dan û destnîşan kirin ku ev qedexe li dijî hiqûqê ye.
 
Ciwanên enternasyonalîst jî ji bo beşdarî daxuyaniyê bibin hatin ber avahiya partiyê. Polîsan bi îdîaya “Qedexeye ku biyanî beşdarî daxuyaniyê bibin” nehiştin ciwan bikevin avahiya bajêr. Enternasyonalîstên ku ji pişt ve hatin kelepçekirin û binçavkirin, li erdê hatin kaşkirin û birin wesayîta binçavkirinê.
 
Girseya gel ku di nav de Parlementera Partiya Çep a Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan jî heyî, di ketina avahiya partiyê de bi mertalan hatin dorpêçkirin. Girsê li hemberî dorpêçê bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Rojava" nerazîbûn nîşan da. Polîsan bi mertal, cop û gaza îsotê êrîşî girseyê kir.
 
Polîsan xwestin bi zorê parlamenter Dîlan Ayan ji nava girseyê derxînin. Dîlan Ayan bertek nîşanî dorpêçê da û daxuyanî da. Polîsan endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Çepên Kesk Lîvan Orman, Senem Erîş, Sadullah Bîrcan û Mizgîn Çîftçî ku di nav girseyê de bûn binçav kirin. Ciwan bi derbkirinê hatin binçavkirin.
 
Dîlan Ayan a ku tevî êrişa polîsan daxuyanî da, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir.
 
15 enternasyonalîst û ciwanên HDP'ê yên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya bajêr.
 
Mêrdîn 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Mêrdînê jî hatin protestokirin. Parlamenterên Partiya Çep a Kesk Kamuran Tanhan, Bêrîtan Guneş û George Aslan û gelek endamên partiyê tevlî çalakiya li ber avahiya HDP'ê hat lidarxistin bûn. Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî, diyar kir ku di êrişên Tirkiyeyê de sûcên şer hatine kirin û bang li raya giştî kir ku li dijî êrişan têbikoşin. 
 
Piştre Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Kamuran Tanhan axivî û diyar kir ku her devera welat di bin tecrîdê de ye û got, “Li gelek deverên welat û Rojhilata Navîn şer dewam dike. Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Rojava li dijî qanûnên şer ên Cenevre û navneteweyî ye. Sivîl tên qetilkirin. Ji bo Filîstîn û Îsraîlê daxwaza aştiyê tê kirin, lê dema mijar dibin Gelê Kurd, her tişt tên piştguhkirin. Em îro hemû ji bo aştî qîr bikin hatin vir.” Kamûran di berdewamiya axaftina xwe de banga tevlîbûna mîtînga aştiyê ya ku sibê saet di 13.00’an de li Qada Azadiyê ya li navçeya Qoserê bê lidarxistin kir.
 
Êlih 
 
Li Êlihê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Hevşaredarên Êlihê ku Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên HDP,  DBP,  Partiya Çepên Kesk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî li pêşiya avahiya DBP’a Bajar hatin ba hev. Polîsan, beriya kombûna girseyê dora avahiyê dorpêç kiribû û gotin ku dê ji ber biryara qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan, nehêlin daxuyanî were dayîn. Lê belê girseyê israr kir û guh neda qedexeyê. Êriş, bi çepikan û dirûşma “Na ji şer re, aştî a niha” hate protestokirin. 
 
Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Êlihê Seyît Evren bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava da û wiha got: “Qebûlnekirina polîtîkayên şer ên îktîdara AKP-MHP’ê, ji bo pêşeroja me tiştekî girîng e. Divê em tevek bi hev re ji vî sûcî re bibêjin ‘bes e.’ Werin em bi hev re aştiyê pêk bînin.”  
 
Mêrsîn 
 
HDK, Partiya Çep a Kesk, HDP, DBP û gelek welatiyan ji bo protestokirina êrişên dewleta Tirk, xwestin li Parka Ozgur Çocuk a Mêrsînê daxuyaniyê bidin. Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê beriya daxuyaniyê, ketin û derketina Rêxistina HDP’a Mêrsînê girt û nehişt ku girse ber bi parkê ve biçe. Li dijî vê yekê, girseyê li avahiya HDP’a Mêrsînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate berz kirin. 
 
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Mêrsînê Alî Bozan di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di şerê navbera Filistîn û Îsraîlê de her roj sivîl tên qetilkirin. Em, qetilkirina sivîlan qebûl nakin. Serokkomar dibêje; ‘li Xazeyê av û ceyran nîne, dibistan û mizgeft tên bombebarankirin. Kanî mafên mirovan?’ Lê belê bi fermana wî Rojava tê bombebarankirin û li pêş çavên tevahiya cîhanê sivîl tên qetilkirin. Daxwaza mafên mirovan a ji bo Xazeyê, divê ji bo Rojava jî bê xwestin. Em, her êrîşeke li dijî Rojava weke êrîşeke li dijî xwe û mala xwe qebûl dikin.”
 
Hevserokê HDP’a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz jî di daxuyaniyê de wiha got: “Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê her tim rastî zilmê hatin lê tu caran serî neteweandin. Em îro jî serî natewînin. Dê nekarin bi van zextan armancên xwe pêk bînin.”