Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojava banga alîkariyê kir

  • 15:40 12 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVAND NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku dewleta Tirk êrişê dibe ser binesaziya mirovî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, lewma bûye sedema karesateke mirovî û ji bo alîkariya bi gelên herêmê re bang kir.
 
Heyva Sor a Kurdistanê derbarê êrişên li hemberî Rojava de daxuyaniyek da û banga alîgariyê kir. 
 
Daxuyaniya Heyva Sor a Kurdistanê wiha ye:
 
"Ji 4’ê Cotmeha 2023’yan ve Tirkiye binesaziya sivîlan a li Rojava bombebaran dike û herêm ber bi felaketeke mirovî ve diçe. Tirkiyê heta niha zêdetirî 150 armanc bombebaran kirine: piraniya binesaziya jiyanî ya herêmê di nav çend saetan de zirar dîtiye yan jî wêran bûye. 
 
Di êrişên Tirkiyeyê de heta niha bi dehan sivîl bûne qurbanî û birîndar bûne û ji sedî 80'ê jêrxana sivîlan wêran bûne, av û enerjî, nexweşxane, cihên niştecihbûnê, dibistan, zeviyên petrolê, kargeh û embaran hatin bombekirin. Bi sed hezaran kes bi rojan ji elektrîk û avê bêpar mane.
 
Nexweşxaneya Koronayê ya li Dêrikê ku yek ji girîngtirîn nexweşxaneyên herêmê ye jî ji ber bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk bi temamî hate rûxandin. Li herêmê gelek saziyên tenduristiyê yên din hatin hilweşandin, nexweşxane ji ceryanê qut bûn, zincîrên sermayê qut bûn û banga bexşîna xwînê tê kirin. 
 
Di berdewamiya êrişên Tirkiyeyê de, tê pêşbînîkirin ku rewşa mirovî her ku diçe xirabtir bibe û hejmara kuştiyan her ku diçe zêde dibe. Heyva Sor li hêreme alîkariya mirovahî ya jiyanî dike. Bi bexşên xwe piştgirî bidin xebatên Heyva Sor.
 
Li ser vî esasî banga me ji bo Kurdistaniyên li Ewrûpayê û dostên wan heye ku ji bo Rojava bi rêya hesabên Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bikin."