Jineke din li Serêkaniyê hat qetilkirin

  • 12:35 12 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Serêkaniyê ya di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de, jineke din a ciwan hat qetilkirin.
 
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Ezîziyê yê Serêkaniyê jineke ciwan bi amûreke tûj hatiye qetilkirin.
 
SOHR'ê da zanîn ku hevserê jina ciwan a hatiye qetilkirin, ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve hatiye revandin.
 
Di 9'ê Cotmehê de jî li bajarê Serêkaniyê kesekî 2 jinên ciwan qetil kiribûn.
 
30'yê Tîrmehê jî, şêniyên gundê Diwêra yê Serêkaniyê cenazeyê keçeke 17 salî ya hatibû qetilkirin, dîtibû.
 
Artêşa Tirk a dagirker 9'ê Cotmeha 2019'an bi armanca dagirkirinê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir û her du bajar di heman salê de dagir kirin.