Li Avustralyayê ê ji bo azadiya Ocalan çalakî

  • 20:33 11 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalaki hat lidarxistin.
Li 74 navendan ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn. Ji van bajaran yek jê bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê bû.
 
Parlamenter û Seroka Koma Keskan a Victoria Samantha Ratnam beşdarî daxuyaniyê bû û wiha got:"Qedera Aborjîn û Kurdan, xwediyên axa ku em li ser disekinin, pir dişibin hev. Du gelên xwecihî gelên ku ji koka xwe qut bûne, hemû êş kişandine. Zilm û zordarî li wan hat kirin û berdêl dan. Divê teqez Kurd û Abdullah Ocalan azad bibin."
 
Şaredara Merrî-bekê û Sosyalîst Allîanz Sue Boltin jî got: "Fikrên Abdullah Ocalan hêviyê dide me. Li Rojava bi awayekî zindî pêk tê û welatên hegemonîk ji ber vê yekê bêzar bûne. Ji ber vê yekê Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye."
 
Serokê Sendîkayê Ron Guy jî ev tişt anî ziman: "Ji bo me gelek watedar e ku em weke sendîka li seranserê Awûstralyayê beşdarî vê kampanyayê bibin. Ez hêvî dikim ku Abdullah Ocalan azad bibe."
 
Nûnerê KNK'ê Heval Herkî jî got: "Em li dijî zîhniyeta barbar a dewleta Tirk têdikoşin. CPT jî peywira xwe nake."
Ji Komeleya Çanda Tirkiyeyê Suat Yilmaz jî beşdarî mîtîngê bû.