Ciwanên enternasyonalist çûn serdana DFG’ê

  • 20:16 11 Cotmeh 2023
  • Rojane
AMED - Ciwanên enternasyonalîst ên ji Ewropayê hatibûn, çûn serdana DFG’ê û diyar kirin ku wê bi çapemeniya Kurd re di piştevaniyê de bin.
 
Ciwanên enternasyonlîst yên ji Ewropayê hatin Amedê çûn serdana Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG). Di sedanê de axaftin hatin kirin û pirsgirêkên tên jiyîn hatin guhdarkirin. Endamê DFG’ê Îsmet Konak di axaftina ku kir de balkişand ser zor û zehmetiyên ku rojnamegerên Kurd dijîn.
 
Ciwanan di dema axaftinand e nîşe girtin û pirsên ku mereq dikirin pirsîn. Piştî axaftinan ciwanan diyar kirin ku wê bi çapemeniya Kurd re di piştevaniyê de bin.