Berdevka PYD'ê Sema Begdaş: Pêwistî bi yekitiya hêzên kurd heye

  • 09:05 11 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Berdevka PYD’ê Sema Begdaş, têkildarî êrişên hevpar ên Tirkiye-PDK’ê got: “Dema em li damezrandina Komara Tirkiyeyê dinêrin, li ser esasê tunekirina Gelê Kurd hatiye avakirin. Lê belê tevî ku ew qas planan çêkir jî, dît ku nikare vê yekê pêk bîne. Pêwîstî bi yekitiya hêzên kurd heye. Hebûna Gelê Kurd û destkeftiyên kurdan di nava xeteriyeke mezin de ye."
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê ya li hemberî hemû pêkhateyên Rojava û Kurdistanê dewam dikin, herêmên sivîl, gel û jiyana avabûyî ya li Rojava dibin hedef û çalakiya li dijî Wezareta Karên Hundir weke hincet nîşan didin. Li hemberî êrişan bertek hatin nîşandan û gelek sazî di nav de endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, sazî, sendîka û rêxistinên sivîl ên Kantona Efrînê û Şehbayê û rêxistinên mafên mirovan banga rawestandina êrişan kirin. 8 rêxistinên jinan nameyek vekirî ji Neteweyên Yekbûyî re nivîsandin û xwestin bikevin nava liv û tevgerê.
 
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Begdaş ji ajansa me re êriş û sûîqestên li dijî çar parçeyên Kurdistanê pêk tên nirxand, li dijî planên "Tunekirina hebûna Kurdan" banga yekîtiya neteweyî kir.
 
"Bi taybetî jî êrişên Dewleta Tirk a li herêmê bê navber di destpêka şoreşê heta îro berdewam dikin. Bi hemû şewazê êriş tê kirin. Ji ber vê îro em dikarin bêjin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke gelek mezin heye."
 
* Di serî de dixwazim bibêjim rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çi ye? 
 
Îro berxwedaneke mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Berxwedana parastina destkeftiyên şoreşê ye. Berxwedanek mezin û bedelek mezin hat dayîn. Bi rêya hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Gelê Kurd projeya demokratîk bi hemû neteweyên din re ji sala 2014’an heta niha di rêveberiya xwaser de avabûye pêk hat. Di civakê de guhertin û veguhertineke demokratîk çêkir. Heke îro em dikarin li Sûrî behsa şoreşê bikin, bêguman li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş çêbûye. Guhertin û veguhertin di warê jin, parastin, siyasî, dîplomasî û aborî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûn.
 
Ji ber vê jî îro em dibînin êrişê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di êrişên li hemberî Dêrazorê de derket holê, gelek hêzên herêmî û bi hevkariya hêzên navneteweyî tevliheviyek çêkirin. Em hedef û armancê dizanin. Gelek civîn di demên dawiyê de çêbûn, di encamê de dixwazin çawa rêveberiya ku hatiye avakirin û destkeftiyên ku hatine bidestxistin vala derxin. Îro projeya demokratîk a ku wek nimûne ji bo Sûriyeyê tê nîqaşkirin tê esasgirtin, ji ber vê jî hemû hêzên heyî hêzên desthilatdar, hêzên dixwazin berjewendiyên xwe û desthilatdariya xwe biparêzin êriş dikin.
 
Bi taybetî jî êrişên Dewleta Tirk a li herêmê bê navber di destpêka şoreşê heta îro berdewam dikin. Bi hemû şewazê êriş tê kirin. Ji ber vê îro em dikarin bêjin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedaneke gelek mezin heye. Em çawa dikarin wan destkeftiyan biparêzin. Niha hem berxwedaneke siyasî, hem jî berxwedaneke dîplomatîk û leşkerî tê dayîn. Bi rastî niha em dikarin çawa wan destkeftiyan biparêzin, çawa xebatên înşayê bimeşînin.
 
* Xebatên nûkirinê ya rêveberiya xweser çawa diçin? 
 
Rêveberiya Xweser ji roja avabûnê heta îro dixwaze ligor pêvajoyê ji guhertin û veguhertinê re bibe bersiv. Rêveberiya Xweser li li Rojava ser asta 3 kantonan bû lê îro giştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane ev rêveberî mezin dibe. Rojane kar û barên ku tên kirin zêde dibin. Îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye cihê koçberên ku xwe lê digirin. Di asta hevpeymana civakî de nîqaş tê kirin. Di 2014’an de hevpeymana civakî hebû lê piştî ev Rêveberiya Xweser mezin bû û 7 rêveberiyên din di nava xwe de hevand, carek din nîqaşên hevpeymana civakî hatin kirin.
 
Xebatên siyasî di asta partiyên siyasî de jî berdewam dikin. Her wiha xebatên jinan jî berdewam dikin. Jinên li Rojava li cîhanê re bûne mînak. Bi sîstemên xwe yên berfireh rêya avakirina tifaqa di navbera hemû jinan de hem di asta Sûrî de, hem di asta Rojhilata Navîn de û hem jî di asta cîhanê dê xebatên xwe berdewam dikin. Xebatên dîplomasiyê ya li ser esasên Netewa Demokratîk li ser esasî dîplomasiya civakî, li ser esasî berjewendiyên gelan didomin. Bi hemû şêwazî kar û xebat li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di warê siyasî, aborî, dîplomasî, parastin, her wiha mijarên jin û mijarên ekolojîk di hemû warî de berdewam dikin.
 
"Ev hêzên desthilatdar ku Kurdistan parçekirine di nav xwe de jî nakok in, lê di mijara kurd de dibin yek. Me di demên dawiyê de di civînan de dît ku ev hêzên desthilatdar dibin yek."
 
* Bi gelemperî êrişî hemû parçeyên Kurdistanê tê kirin hûn vê çawa dinirxînin?
 
Êrişên ku li hemberî her çar parçeyên Kurdistanê tên kirin, bê guman hêzên ku îro Kurdistan dagirkirine, hêzên xwedî dîroka dagirkerin ku siyaseta qirkirinê ya li hemberî Gelê Kurd dimeşînin ve tên kirin. Di vê sedsalî de jî dîsa siyaseta xwe berdewam dikin. Îro êrişên ku tên kirin êrişên qirkirinê ne. Bi hemû şêwazan êriş dikin. Îro li Bakur êrişê kurdan dikin û bi hezaran kurdistanî îro hatine girtin, êrişê parlamenter, rojnameger, şaredar, hevserok, dayikan, rêxistinên jinan dikin. Îro qirkirineke siyasî û çandî dikin. Bi pêşengiya Dewleta Tirk îro li Başûr jî êrişê Tevgera Azadiyê dikin. Bi şêwazên ku dûrî pîvanên ehlaqî û mirovatiyê ne êriş dikin, bikaranîn çekên kîmweyî ya li hemberî Tevgera Azadiyê. Îro li Rojhilat û Îranê bi pêşengiya jinan salek berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ heye, tevî vê yekê girtina siyasetmedaran, darvekirina kurdan.
 
Em dikarin bêjin di vê sedsalî de ev êriş tê wateya qirkirina Gelê Kurd. Îro em dibînin ku kurd ne wekî kurdên sedsal beriya niha ne. Belê berê gelek şoreş û berxwedanên kurdan çêbûn lê di sedsala 21’an de kurd xwedî bi rêber in, xwedî bi fikr in, kurd xwedî bi felsefe ne, kurd xwedî bi projeya demokratîk in ku îro ji bo cîhanê jî tê nîqaşkirin. Ji ber vê yekê em dibînin ku bi her şêwazî êriş dikin. Ev hêzên desthilatdar ku Kurdistan parçekirine di nav xwe de jî nakok in, lê di mijara kurd de dibin yek. Me di demên dawiyê de di civînan de dît ku ev hêzên desthilatdar dibin yek.
 
* Girêdayî vê bi taybetî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her ku diçe zêde dibin. Derbarê vê de hûn dixwazin çi bibêjin?
 
Êrişên Dewleta Tirk a li hemberî rojavayî Kurdistanê, di destpeka şoreşê heta îro nesekîne ye. Dema em li dîroka damezrandina Komara Tirkiyeyê dinêrin em dibînin ku li ser esase tunekirina Gelê Kurd e. Ji ber vê îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş di destpêka şoreşê de heta niha xwestiye vê şoreşê têk bibe. Her tim plan û berjewendiyên xwe yên sedsalî li herêmê pêk tîne. Lê dît ku piştî ewqas planan nekarî bi ser keve. Îro hewldanên hevdîtina di navbera Rejîma Sûrî de tê kirin ji bo têkbirinê ye. Tewî hemû hewldanên Dewleta Tirk, berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berxwedana jinên rojavayê Kurdistanê îro li cîhanê pirsgirêka kurd da naskirin. Berxwedana jina kurd da naskirin. Îro em dibînin ku bi dehan belgefîlmên berxwedanê tên çêkirin. Îro bi dehan şande tên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê projê bi pratîkî bibînin.
 
Li xweşiya Dewleta Tirk nayê. Ji ber vê jî bi hemû şêwazî êriş dike. Êrişê sivîlan dike, êrişê siyasetmedaran dike, êrişê binesaziya vê herêmê dike. Rojane herêmê tehdît dike. Em dizanin ku di Serêkaniyê de hevpeymanek di navbera Dewleta Tirk û hîn dewletên grantor ên wekî Rûsyayê û Koolîsyona Navdewletî de ji bo ev şer bê sekinan din heye. Tewî wê jî îro Dewleta Tirk êrişê li herêmê dike, mafên heyî binpêdike, êrişê sivîlan dike. Ewlehiya herêmê bin pê dike. Ev berxwedana gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevgirtina hemû neteweyên ku îro li vir dikarin projeya xwe li cîhanê bidin naskirin. Her wiha berxwedana Gelê Kurd ên dîrokî yên li Kobanê, Efrînê nîşanî cîhanê da ku îro li cîhanê pirsgirêka kurd bê nîqaşkirin. Dewleta Tirk hemû hêza xwe ya siyasî û aborî ji bo têkbirîna şoreşa Rojava, projeya Rojava bikartîne. Dewleta Tirk dixwaze bandorê li dewletên eleqar ên wekî Rûsya, Sûriyê, Îran bike û bi her kesî re lihevdike ku êrişê li herêmê bike.  
 
"Rêber Apo, ji bo li dar xistina kongreya neteweyî hewlda, li ser asta her çar parçeyan çêbibe. Ji ber vê yekê jî metirsiya wan li hemberî yekitiya kurd heye. Ji ber vê jî dixwazin wan xebat, navendên ku ji bo yekitiya neteweyî hewldidin û têkoşîna Gelê Kurd hedef digirin."
 
* Dîsa herî dawî li başûrê Kurdistanê êrişî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat kirin û Nûnerê KNK'ê hat qetilkirin. Herçend ku êriş hebin jî hûn vê êrişa li dijî KNK'ê ku ji bo yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd dixebite cara yekê li başûrê Kurdistanê pêk hat çawa dinirxînin?
 
Êrişa li hemberî KNK’ê û şahedata heval Denîz, berdewamiya êrişê li hemberî Mexmûr, Şengal û Silêmaniyê ye. Di encama êrişên li hemberî balafirgeha Silêmaniyê de şehîd hebûn. Ji ber vê jî ev ji berdewamkirina êrişan e. Hedefgirtina KNK’ê îro ji bo yekitiya neteweyî kar û xebatê dike peyameke siyasî ye dixwazin bighînin me. Her tim ev hedefgirtin û êriş dê hebin, ji bo kurd nebin yek û parçe bibin. Dewleta Tirk li ser esasî parçebûna Gelê Kurd planên xwe pêk tîne. Dema li Rojava xebatên yekitiya kurd hebûn û hewldanek hebû, partiyên kurd ji bo yekitiyê xwe avabikin, nûnerên Dewleta Tirk di televîzyonan de derdiketin û digotin 'Em ê hewl bidin ku bila yekitiya kurd çênebe'. Heke kurd bibin yek dikarin beramberî êrişên li hemberî ax û destkeftiyan parastina xwe bikin. Dewleta Tirk, çawa xeta me ya netewî û xebatên me yên ji bo yekitiya neteweyî ya di navbera her çar parçeyên Kurdistanê de çêdibe hedef digire. Em dizanin ku her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêka kurd yek e û taybetmendiyên wê hene. Rêber Apo, ji bo li dar xistina kongreya neteweyî hewlda, li ser asta her çar parçeyan çêbibe. Ji ber vê yekê jî metirsiya wan li hemberî yekitiya kurd heye. Ji ber vê jî dixwazin wan xebat, navendên ku ji bo yekitiya neteweyî hewldidin û têkoşîna Gelê Kurd hedef digirin.
 
*Hûn vê êrişa ku li bajarê Hewlêrê yê di bin rêveberiya PDK'ê de pêk hat çawa dikarin bigirin dest?
 
Ji xwe ev bûyer li Hêwlerê hat kirin. Hewlêr jî îro bajarekî başûrê Kurdistanê ye. Bajarekî serbixwe ye û mafê xwe bi dest xistiye. Lê mixabin îro em dibinin ku di wan parçeyan de êrişê Gelê Kurd dikin. Bi taybet Hewlêr navenda Yekitiya Neteweyî ye û tê hedef girtin. Ji ber vê yekê ev cihê pirsê ye MÎT û istixbarata tirkan çawa îro bi rihetî li vir tevdigerin? Bi çi rihetî îro êrişê vê navenda ku em dizanin bi kamerayan tê şopandin tê kirin?  Îro hêzên kurdî jî dibin hevkarê dijminê kurd û qirkirina kurd dikin. Ji ber vê divê helwesteke xurt derkeve holê. Heke îro navenda KNK’ê tê hedef girtin, sibê dê cihek din hedef bê girtin. Li ber çavên her kesî bi dehan cihê başûrê Kurdistanê balafirgehên Tirk hene. Ji vir jî êrişê Tevgera Kurdistanê dikin. Bê guman tu helwest jî nîne û bêdengiyek heye. Ev bêdengî jî sûc e. Ev bêdengî jî tê wateya hevkariya bi dijminê Gelê Kurd re. Ev hevkarî xizmetê nade doza kurd û berxwedana kurd. Sedsal in beramberî êrişan têkoşînek û berxwedanek hatiye dayîn. Mixabin ji bo berjewendiyên partî û malbatên xwe hevkariyê dikin.
 
"Divê êdî em dijminatiya li hemberî kurd bibînin. Bi rastî îro mijar ne partiyek û kesayetek e, mijar destkeftiyên kurd e, qirkirina Gelê Kurd e."
 
* Wekî ku tê zanîn PDK, li başûrê Kurdistanê di van çend salên dawîn de dibe hevparê êrişên Tirkiyeyê û di vê çarçoveyê de rêyan çêdike û di gelek waran de alîkar dibe. Hûn derbarê van polîtîkayên PDK'ê ku ji aliyê gel ve wekî îxanet tên şîrovekirin de çi dibêjin û vê helwesta PDK'ê çawa dinirxînin?
 
Mixabin ev ne cara yekem e ku hevkariya PDK’ê bi Dewleta Tirk re hatiye kirin. Berê ne li ber çavan be bi dizî dihat kirin, lê niha êdî li ber çavên her kesî tê kirin. Tê gotin ku êdî bi xwe tevlî hîn operasyonan jî dibin. Lê ev dem nîne ku êdî di navbera hêzên kurd de şerek derkeve û şerê birakujiyê derkeve. Niha pêwistî bi yekitiya netewî heye lê li ber çavê Gelê Kurd ev hevkarî tê kirin. Êdî helwesta gele me jî beramberî wan berjewendiyan hebin.
 
Îro em jî dibinin ku gel jî êdî xwedî bi hersek mezin e. Dema êrişê Gelê Kurd tê kirin, hevdîtin û hevkariya ku di navbera wan û tirkan de tên kirin, her wiha ewqas MÎT li vir dikarin bi rihetî xebatên xwe bikin, êrişên navêndên me bikin, cihên xwe li vir çêkin. Îro em dizanin ku Dewleta Tirk dijminê Gelê Kurd e. Me helwesta DewletaTirk a li hemberî daxwaza avakirina dewleteke neteweyî dît, gotin 'Çawa dewleteke netewî tê avakirin',  bi her awayî êriş kir. Ji ber vê jî divê edî em şiyar bin. Divê êdî em dijminatiya li hemberî kurd bibînin. Bi rastî îro mijar ne partiyek û kesayetek e, mijar destkeftiyên kurd e, qirkirina Gelê Kurd e. Divê êdî Gelê Kurd û partiyên kurd di vê zanebûnê de bin ku li dijî planên wisa derkevin.
 
* Ji bo ku êrişên li ser kurdan bên bidawîkirin û kurd yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin hewldanên partiya we jî hene, hûn dikarin hinekî bahsa vê bikin?  
 
Em jî wek partiya PYD’ê xebata me ya sereke û armanca me ya stratejîk e ku em çawa dikarin Yekitiya Neteweyî avabikin. Berê jî gelek hewldan hebû û çawa dikarin Yekitiya Neteweyî li ser asta partiyên siyasî yên li rojavayê Kurdistanê li darxistina kongreya neteweyî. Bi rastî pêwistiya yekitiyê heye di navbera hêzên kurdî de. Mesele hebûna Gelê Kurd, mesele destkeftiyên Gelê Kurd di xeteriyeke gelek mezin de ye. Îro êrişê Gelê Kurd dikin. Dema em behsa Yekitiya Neteweyî dikin, tenê bi gotinê nabe. Em çawa dikarin bibin yek helwest li dijî êrişan. Ji xwe tecrûbeyên me yên wisa hebûn, li Şengalê YPJ û gerîlla axa Şengalê parastin. Li Kobanê tecrûbeyek me hebû. Mînakên me yên bi vî rengî hene. Em dikarin li ser wan esasan avabikin Yekitiya Neteweyî. Em hewl bidin çawa dikarin xebatên netewî yên jin jî pêşbixin. Her wiha di asta giştî de jî pêşbixin.
 
Ji xwe wek partî tevlîbûna me li Lozanê jî hebû. Lozan wekî çalakiyek bû ku her çar parçeyên Kurdistanê li vir bikin yek. Ev jî gavek baş bû. Ev xebata ku bi rêya KNK’ê û partiyên siyasî pêk hatî divê bê xurtkirin. Ji ber ku pêwistî heye ku kurd tifaqa xwe çêke, yekitiya xwe çêke. Birêz Ocalan jî ji bo vê mijarê gelek kar û xebat kir, pêşniyarên wî hebûn, ji bo li darxistina kongreya neteweyî û pêşxistina dîplomasiyê û ku em bikarin arteşeke hevbeş avabikin. Taybetmendiyên her çar parçeyan Kurdistanê heye lê divê bibin parazvanên vê axê û destkeftiyên Gelê Kurd. Me di nava PYD’ê di nava du salan de kar hatin kirin, lê em bi ser neketin. Bi rêya nûnertiyên me li Başûr jî hewldanên me hene. Hem li rojavayê Kurdistanê û Ewropayê. Yekitiya Neteweyî ji bo me jiyanî ye û stratejik e. Ji bo vê xebat tê kirin.
 
"Heke heta îro partiyên siyasî li hev nekiribin, divê rewşenbîr, hunermend, nivîskar, saziyên çand û hunerê dikarin di asta her çar parçeyên Kurdistanê de kongre, konferans, komxebatên xwe çêkin."
 
*Ji bo êrişên li dijî kurdan bên bidawîkirin, kurd destkeftiyên xwe biparêzin û yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin divê çi bê kirin?
 
Yekitiya Neteweyî ne tenê di asta partiyên siyasî de bê çêkirin. Divê xebatên Yekitiya Neteweyî di navbera beşên civaka Kurdistanî de jî bê çêkirin. Divê di nabera saziyên Malbatên Şehîdan ên her çar parçeyên Kurdistanê de, di asta rewşenbîr, nivîskar, jin û partiyên siyasî de bin xebata yekitiya neteweyî bê xurtkirin. Êdî di çarçoveya partiyên siyasî de neyên kirin. Divê ev qad êdî berfireh bibin. Komîteyên heyî li ser asta Rojava, Bakur, Rojhilat û Başûr  ji nûvê vê xebatî dizayn bikin, rêxistin bikin. Bi rastî îro hebûn û tunebûna kurd di metirsiyê de ye û êriş heye. Bê guman heke îro em yekitiya xwe çêbikin dê hêztir bibin. Li cîhanê pirsgirêka kurd û berxwedana kurd tê naskirin. Heke heta îro partiyên siyasî li hev nekiribin, divê rewşenbîr, hunermend, nivîskar, saziyên çand û hunerê dikarin di asta her çar parçeyên Kurdistanê de kongre, konferans, komxebatên xwe çêkin. Ev ê îro bibe amûrek û bandora xwe li partiyên siyasî jî bike ku îro bên li cem hev.