Bîranîna komkujiya Gara Enqereyê: Aştî ji bo gel pêwiste

  • 20:32 10 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 104 kesên di 10’ê Cotmehê de li Qada Gar a Enqereyê jiyana xwe ji dest dane daxûyanî da. Hevseroka HDP’ê Gulistan Atasoy wiha got: “Aşitî hê jî ji bo gel pêwîstiya yekem e. Ji bo kîsê baronan tijê bibe bi hezaran zarok û jin hatin qetilkirin. Lê belê teqez aşitiyê bînin.”
 
DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li dijî mitînga “Aştî û Demokrasiyê” a hêzên ked û demokrasiyê hedef girtibû. Bi ser êrişa bombeyî re 8 sal derbas bûn. Di komkujiyê de 104 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di 8’emîn salvegera komkujiyê de, li cihê teqîn çêbûye û li gelek bajaran çalakiyên bîranînê tên lidarxistin.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 8’emîn salvegera komkujiyê li Parka Rojavayê ya Amedê de daxûyanî da û li li Şaxa 2’yemîn a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Dîclekent a Amedê de jî bîranîn pêk anî. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê, Komeleya Jin a Rosa, Partiya Demokratîk a Gel ( HDP), Odeya Bijîşkan a Amedê, Partiya Çep a Kesk, Komeleya Ekolojiyê, Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) tevlî daxuyanî û bîranînê bûn.
 
‘Em ê heta pêkhatina aşitiyê têkoşîna xwe bidomînîn’
 
Beriya daxuyaniyê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan axivî û diyar kir ku bi destê êrîşa DAIŞ’ê 104 kes jiyana xwe ji dest dan. Elîfê anî ziman ku kiryar nehatin darizandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hesabê hevalên me nehat pirsîn. Dema aşitî û azadî tune be tendirustiya jiyanê jî tune ye.Em ê heta ku kiryar neyên darizandin tu gav paş navêjin. Dema ku aşitî çê nebe, şer çê dibe û ev şer jî hemu candaran bandor dike. Em ê heta ku aşitî vê li vî welatî têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê soza ku li hevalê xwe re dayê pêk bînin.”
 
Piştî  Elîfê Hevserokê 2’yemîn ya Şaxa Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Amedê Behçet Barût jî daxuyaniyê xwend
 
‘Ked,demokrasî û aşitî biserbikeve’
 
Behçet balkişand ser cezakirina kiryaran û daxuyand ku dê di dawî de bêm darizandin. Behçet diyar kir ku soza kesên ku hatin qetilkirin bi çalakiyên karkeran de,têkoşîna azadiya jinan de, parastina xwezayê de didome. Behçetê wiha anî ziman: “Em ê mîrasa têkoşîna aşitî û demokrasîyê herî hêjaya hevalên me ji mê re hîştin, bihevre, mil bi mil mezin bikin. Dawiya dawî de wê kiryar bên darizandin. Wê ked, demokrasî û aşitiyê serbikeve.”
 
Di daxuyaniyê de dirûşmên “ Ew rojê bê, dewranê bizivire, AKP’ê hesab ji gel re bide” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Piştî daxuyaniyê li Şaxa 2’yemîn a Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Dîclekent a Amedê de jî bîranîn pêk anî.  Beriya pêk anînê deqeyek rezgirtin pêk hat.  Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hat meşandin û piştî sînevîzyonê Hevseroka HDP’ya Amedê Gulistan Atasoy axivî.
 
‘Aşitî ji bo gel pêwîstîya yekem e.’
 
Hevseroka HDP’ya Amedê Gulistan Atasoy jî di bîranînê de axivî û destnîşan kir ku li wê derê, xwişk, birayên wan hat kuştin. Gulistan wiha dom kir: “ li wê derê em hatin kuştin. Li wê derê aşitî hat qetilkirin. Em îro li Rojava û Gazzeyê dinêrin û dibînin ku li her dewerê de şer û xwîn heye. Nahêlin ki li vî welatî de aşitî pêk bê. Ya herî ku dilê me diêşîne becêzakirina kiryaran û hesab nepirsina hevalên me ye.Aşitî hê jî ji bo gel pêwîstîya yekem e. Ji bo kîsa baronan tijê bibe bi hezaran zarok û jin hatin qetilkirin. Lê belê teqez aşitiyê bînin.”
 
‘Em ê azadiyê bînin’
 
Hevserokê 2’yemîn  Şaxa Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Amedê Ayşe Guler jî desnîşan kir ku bi salane di vê axê de xwîn tê rijandin û dayîk ji bo kezebên xwe digrîn.  Ayşeyê wiha got: “Ji bo çareserî û azadiyeke bêrûmet bê avakirin û dayîk negrîn, hevalên me li Enqereyê kom bibûn. Lê belê hatin qetilkirin. Lê belê em ê azadiyê serbixînin. Em ji bo şehîdan bejna xwe ditewînin.”