Xelkên Kobanê li dijî êrîşan daketin qadan

  • 16:45 10 Cotmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan xelkên kantona Kobanê li ser banga sendîkayên girêdyî Yekitiya Saziyên Civaka Sivîl a kantonê meşek li dar xistin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava şermezar kirin.
 
 Bi sedan xelkên kantona Kobanê li ser banga sendîkayên girêdyî Yekitiya Saziyên Civaka Sivîl a kantonê meşek li dar xistin û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava şermezar kirin.  Girseyê wêneyên şehîdan û pankartên “Em banga qedexekirina qada hewayî dikin”, “Vîna me ji terora we bi hêztir e”, “Êdî bes ji qetilkirina gelê Kurd re” hildan.
 
Li Qada Jina Azad mîtîngek hat lidarxisitin û li ser navê Yekitiya Saziyên Civaka Sivîl daxuyanî hat dayîn.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Eger êrîşên dagirkeriyê û sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker didomîne, li qad anavneteweyî hesap jê neyê xwestin, ev tê wê wateyê ku civaka navneteweyî hevkarê dewleta Tirk e.”
 
Hat gotin ku siyaseta dewleta Tirk dimeşîne, encama “kîna wê ya kûr li hember pêkhateyên herêmê” ye.
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk “çavkaniya terorê” ye û bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku li hember êrişan bisekinin. Her wiha Bang li nîştimanperwerên Sûriyeyê jî hat kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin û ji tevahî axa Sûriyeyê derxin.
 
Çalakî bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.