Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Zekiye hate girtin

  • 15:00 10 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Zekiye Îlbasan bi îdiaya “Li dijî polîsan li ber xwe daye” hate girtin. 
 
Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê Zekiye Îlbasan di çalakiya şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de, duh li Amedê bi derbkirinê hate binçavkirin. Îlbasan, piştî karûbarên îfadeyê ji miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê hate kirin. Îlbasan a bi îdiaya “Li dijî polîs li ber xwe daye” bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatibû kirin, hate girtin. Îlbasan şandin Girtîgeha Jinan a Amedê. 
 
DBP têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê X’yê daxuyanî da û got: “Cîgira Hevserokên me ya Giştî Zekiye Îlbasan duh li Amedê di çalakiya komploya 9’ê Cotmehê de, hate binçavkirin, îro jî hate girtin. Girtina hevala me li dijî çalakiya me ya bi biryar, hewldaneke qirkirina siyasî ye.”