Li dijî êrişan kampanya îmzeyan a navneteweyî destpê kir

  • 14:15 10 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di asta navneteweyî de kampanyayeke îmzeyan hate destpêkirin.
 
Kampanya îmzeyan bi pêşengiya 'Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' hate destpêkirin û ji gelek welatan rêxistinên civakî yên sivîl û demokratîk hevkariyê pê re dikin.
 
Kampanya bi dirûşma Banga lezgîn a çalakiyê: Li ber şerê li dijî mirovahiyê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rabe' di 7'ê Cotmehê de hate destpêkirin. Ji bo kampanyayê metnên bi zimanên Îngilîzî, Spanî û Portekîzî hatin amadekirin.
 
Di metna kampanyayê de bang li hêz û saziyên navneteweyî hate kirin ku li ber êrîşan rabin û bi lez gavê biavêjin.
 
Di çarçoveya îmzeyên kolektîf ên li kampanyayê de 34 rêxistin, tevger û saziyên mafên mirovan ên li welatên Spanya, Brezîlya, Meksîka, Şîlî, Kolombiya, Hindistan, Çîn, DYE, Elmanya, Îngilistan û Iraqê tevlî bûn. Îmzeyên şexsî jî zêde dibin.
 
Li gorî agahiyên ji 'Platforma Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê' hatin wergirtin, dema bidawîbûna kampanyayê nehatiye diyarkirin.
 
Îmzeyên bêne komkirin wê piştre ji Neteweyên Yekbûyî, Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê û saziyên din ên navneteweyî re bêne şandin.