Ciwanên enternasyonalist serdana MKG’ê kirin

  • 14:05 10 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Ciwanên enternasyonalist serdana MKG’ê ya ku di 7'ê Cotmehê de hat avakirin kirin. 
 
Ciwanên enternasyonalist ên ku ji Ewropayê hatin serdana Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê ya ku di 7'ê Cotmehê de hatî vekirin kirin. Damezrînera komeleyê Roza Metîna axaftinek kir û bal kişand ser zexmetiyên ku rojnamegerên jin rûbirû dimînin. 
 
Roza di axaftina xwe de bal kişand ser armanca avakirina komeleyê û got: "Jinên kurd tu carî serî li hemberî zextan netewandiye û dê netewînin jî."
 
Ciwanên ku ji Ewropayê hatin jî di serdanê de bal kişandin ser têkoşîna ku li dijî zextan tên dayîn. 
 
Ciwanan piştre çûn serdana MED TUHAD-FED'ê.