Li Wanê ji hiqûqnasan banga 10’ê Cotmehê

  • 12:16 10 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
WAN – Şaxa ÎHD’ê ya Wanê, bi minasebeta Komkûjiya 10’ê Cotmehê daxuyaniyek da, komkûjî şermezar kir û bang rayedaran hat kirin ku der barê komkûjiyê de lêkolîn bê kirin.
 
Ji bo rayedaran bang
 
 Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, bi minasebeta salvegera Komkûjiya 10’ê Cotmehê daxûyanî da. Daxuyanî ji hêla endamê Lijneya Rêvebiriya Şaxê Mehmet Salih Coşkun ve hat xwendin. Salih, di daxuyaniyê de komkûjî şermezar kir û wiha got: “Pergala darazê bi rastî sûcdarên li dijî mirovahiyê yên ku ev êrîşa mezin pêk anîn, parastin. Mixabin heta îro pêvajoyeke darazê ya bi bandor nehatiye meşandin. Heyeta dadgehê gelek caran hat gûhertin û Ji dîmenên di dosyeyê de wekî delîl cih girtine kesek nehat lêpirsînkirin û girtin. Bi meşandina pêvajoya dozê re edaletê pêk bînin û êşa kesên ku xizmên xwe ji dest dane sivik bikin.  Kesên ku di dema komkujiyê de peywirdar ên wekî polîs, îstîxbarat û yekîneyê înfazê  li ser peywirê bûn, di zûtirîn dem de lêkolîn û lêpirsîn bikin.”