'Wê têkoşîna me ya li dijî komploya navdewletî dewam bike'

  • 09:04 10 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê li dijî tecrîd û komploya navdewletî nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Tevî hemî şert û mercên giran jî me ev hêz û îradeya xurt ji fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye. Em carek din ji mirinê hişyar bûn. Lewma îro ev 24 sal in tecrîdê li ser Rêberê me didin dewamkirin û dixwazin me ji ramanên wî bi dûr bixin. Lê daxwaza dijmin pêk nayê, ji ber fikir û ramanên Rêbertî di mejî û dilê me de hatiye çandin."
 
Di ser komploya navdewletî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hatî re 25 sal derbas bûn. Bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ku serkêşiya komployê NATO’yê kir û ji bo dîzaynkirina Rojhilata Navîn wek xeleka ewil derbasî qeydan bû. Nerazîbûn, bertek û têkoşîna gelê kurd a li dijî komploya navneteweyî û tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan dewam dike. Jinên li Helebê li ser tecrîd û komploya navdewletî nirxandin kirin. 
 
'Têkoşîneke bêhempa ji bo berjewendiya gelê xwe da meşandin'
 
Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Efrîn û Şehbayê Rodî Muhemmed têkildarî 9'ê Cotmehê Komploya Navneteweyî wiha got:"Komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat meşandin ji bo dîlgirtina Rêbertî bû. Rêbertî dema li Sûriyeyê bû ev mayineke pîroz bû. Ji ber ku di nava me de bû. Bi taybet ji bo parastina doza gelê kurd sûdek bû. Zextên gelek mezin li ser Rêbertî çêkirin da ku ji Sûriyeyê derkeve. Rêbertî fikrên wî ji bo berjewendiyên gel bû. Bi îdeolojiya xwe têkoşîneke bêhempa ji bo berjewendiya gelê xwe da meşandin. Lê belê ev ji bo dewletên kapîtalîst, rêxistinên faşîst metirsiyeke mezin bû. Wekî Partiya Yekîtiya Demokratîk erk û misyona me ya sereke dewamkirina xebat û têkoşîna li ser Rêber Abdullah Ocalan e. Em ê bi armanca avakirina xwişk û biratiya gelan têkoşîna xwe bidomînin. "
 
'Projeya neteweya demokratîk wekî xetere dîtin'
 
Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a kantona Efrînê, Hêvîn Reşîd derbarê armanca komploya 9'ê Cotmehê de wiha got:"Di dema me ya niha de em di rojên pir girîng re derbas dibin. Bi taybet ji sala 1998'an de ye bi komployê dixwazin Rêber Abdullah Ocalan tune bikin. Planên dewletên navneteweyî yên ji bo derxistina ya ji Sûriyeyê ya Rêbertî her tim hebûn. Ji ber sîstemên hegemon netewa demokratîk ji xwe re wekî xetereyekê dibînin loma êriş dikin."
 
Komployên navneteweyî
 
Hêvînê da zanîn planên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser kurdan didomin û wiha got:"Ji demên berê de ye ku komployên wan ên ji bo hedefgirtina kurdan dewam dikin. Şêx Saîdê Kal, Qazî Mihemed, Simkoyê Şikakî ji vana hinek mînak in. Dawiyê bi girtina Rêber Abdullah Ocalan van komployan dewam kirin. Zagonên gelekî hişk li zindanê li ser Rêbertî didin meşandin. Ji aliyekî jî xwestin fikir û ramanên Rêbertî di nava civakê de tune bikin."
 
'Felsefeya Rêbertî jiyanek nû dide afirandin'
 
Hêvînê da zanîn dewletên dixwazin dawî li fikir û ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bînin wê bi ser nekevin û wiha got:"Wê dawî li siyaseta van dewletan were. Em weke şagirtên Rêber Abdullah Ocalan doza Rêbertî didin dewamkirin. Em bi vê re nîşan didin ku em çawa li ser fikir û ramanên wî mezin bûne. Em ê zarok û neviyên xwe li ser vê fikrê bidin perwerdekirin û mezinkirin. Ji ber ku ev felsefe her bi xwe re jiyanek nû dide afirandin."
 
'Jinan pêşengiya Şoreşa Rojava kirin'
 
Hevseroka Desteya Jinê ya Herêma Efrîn û Şehbayê, Emîne Mele Hesen da zanîn Şoreşa Rojava li cîhanê deng vedaye û ji jinan re bûye îlham û wiha got:"Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ew hêz di jinan de dît xwest jin di her qadê de belav bibe. Loma jî jinan pêşengiya Şoreşa Rojava kirin. Şoreşa Rojava li cîhanê deng veda. Ev jî bi saya Rêbertî ye ku îro rola herî girîng di serhildanê de layîqî jinê dît û barê li ser milê me barekî giran e. Divê em xwedî li wê bawerî û barî derkevin."
 
'Di Şoreşa Rojava de gelek pêkhate cihê xwe digirin'
 
Emîneyê da zanîn ku bi Şoreşa Rojava re hemî pêkhate hatin gel hevdu û wiha dewam kir:"Îro di Şoreşa Rojava de gelek pêkhate cihê xwe digirin. Di heman demê de cudahî di navbera jin û mêr de tune ye. Hemî bi hev re hatine birêxistinkirin, ev jî bi saya fikra netewa demokratîk pêş ket. Netewa demokratîk tevahî kêmnetewan di nava xwe de dihewîne. Ev yek jî bû sedem ku îro rêxistinbûnek di nava civakên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de were avakirin û bi riya vê yekê şoreş bi ser ket."
 
Armanca Şoreşa Rojava
 
Emîneyê bal kişand ser armanca Şoreşa Rojava û wiha lê zêde kir:" Armanca me ya di Şoreşa Rojava de ew bû ku em azadî û aştiyê ji bo tevahî gelan pêk bînin. Bi taybet ji bo azadkirina jinan a ji bin sînorên desthilatdariyê û ji zihniyeta mêr jî yek ji armanca girîng a vê şoreşê bû. Ji ber ku tevgera me tevgerek cîhanî ye ne tenê di sînora civaka kurd de maye. Lewma wê tekoşîna me di riya vê tevgerê de berdewam bike. Li gor vê yekê jinek li ku dibe bila bibe wê were azadkirin. Lê em jî ji bîr nekin ku dijmin dema wê hêz û îradeya biserxistinê di jinê de dibîne jinê dike hedef. Dema xwekûrkirina jinan a li ser îdeolojiya neteweya demokratîk dibîne, dijmin vêya ji xwe re wekî metirsiyekê dibîne."
 
'Bi saya ramanên Rêbertî em gihaştin azadî û serxwebûna xwe'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emîneyê bal kişand ser biserketina Şoreşa Rojava ya bi saya ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha dewam kir:"Me qet xeyal nedikir ku wê rojek were û em ê weke jin bibin xwedî biryar û cihê xwe di hemî qadên civakî, leşkerî û siyasî de bigirin. Tevî hemî şert û mercên giran jî me ev hêz û îradeya xurt ji fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye. Em carek din ji mirinê hişyar bûn. Lewma îro ev 24 sal in tecrîdê li ser Rêberê me didin dewamkirin û dixwazin me ji ramanên wî bi dûr bixin. Lê daxwaza dijmin pêk nayê, ji ber fikir û ramanên Rêbertî di mejî û dilê me de hatiye çandin."
 
'Ji ber Rêbertî derî li pêşiya tundiyê girt, hat hedefgirtin'
 
Cîgira Desteya Jinan a Herêma Efrîn-Şehbayê Hêvîn Hisên da zanîn desthilatdaran ji ber fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ew asteng kirine û wiha dewam kir:"Dema ku em li rewşa jinan a di navbera dema berê û ya nû de binêrin gelek guhertin çêbûne. Jin ji aliyê sîstemên desthilatdar ve dihatin kuştin, cezakirin. Lê berovajî vê yekê Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe ya banga azadî û demokrasiyê dike derî li pêşiya van tundî û siyasetan girt. Lê ew hemî dewletên desthilatdar û bi siyaseta wan a faşîst, astengiyek pir giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dan meşandin."
 
'Jin li maf û jintiya xwe xwedî derketin'
 
Hêvînê bal kişand ser guhertina ku di jinan de çêbûye û wiha pê de çû:" Di demên berê de erka jinan hatibû diyarkirin ku tenê di malê de kar bikin, zarokan bîne û xwedî bike. Lê di roja me ya îro de di keseyeta jinan de rêbaz, terz, axaftin û di teşeyê jinan de gelek guhertin hatin çêkirin. Xwe û dîroka xwe ya ku bi destê dijmin hatibû nivîsandin ji nû ve da sererastkirin. Xwedî li maf û jintiya xwe derket û gelek pêşketin bi xwe re da avakirin. Ev yek jî bi saya ramanên Rêbertî û projeya netewa demokratîk û pakrewanên doza azadiyê hat avakirin. Ev jî ji bo me cihê serbilindî û serkeftinê ye."
 
'Em deyndarên pakrewanên azadiyê ne'
 
Hêvînê da zanîn ew deyndarên pakrewanên azadiyê ne û wiha got:"Bi saya pakrewanan em gihiştin van rojên îro. Em her deyndarê pakrewanên xwe ne û deyndarê Rêberê xwe ne. Rêberê ku ev bû 24 sal in têkoşîna xwe ji bo azadiya tevahî gelên Rojhilata Navîn dide dewamkirin. Em bi hêvî ne ku her kesî fikir û ramanên Rêberê me nas kiribe û bi awayekî pratîk pêk bînin, da ku ev sîstem ne tenê di herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de were rûniştandin, li tevahî cîhanê were belavkirin. Encax bi riya vê yekê, em bikaribin sîstemên hegemon bidin çewisandin."
 
'Rêbertî xebatên xwe bi awayekî rewa dike'
 
Hevseroka Yekîtiya Parêzeran di heman demê de Endama Însiyatîfa Sûrî ya Parastina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parêzer Roşîn Hido wiha got:"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêka têkoşîna xwe de ye, xebatên xwe bi awayekî rewa û bi rêk û pêk dide meşandin. Lê belê bi destê rêxistina Gladyo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin û radestî dewleta tirk a dagirker dikin. Ji wê demê ye ku Rêbertî li zîndana Îmraliyê tê girtin. Her tim mafê wî tê binpêkirin."
 
'Divê CPT rewşa zindanan bişopîne û bi erka xwe rabe'
 
Roşînê derbarê bêdengiya CPT'yî de bang kir û got:"Divê CPT bi erka xwe rabe û rewşa li Îmralîyê bişopîne. Ev gelek car in ku CPT raporên xwe yên derbarê Îmraliyê de eşkere nake. Ji ber di navbera wan û dewleta tirk de têkiliyek heye. Lê divê CPT baş bi erka xwe rabe û Rêbertî wek mirovekî normal nede şîrovekirin. Ji ber ku Rêbertî ji bo hemû gelan daxwaza azadiyê dike lê mixabin îro tekoşîna wî dikin têkoşîneke kesayetî. Lê Rêbertî ne ji bo xwe ji bo gelên cîhanê li berxwe dide. Dixwazin bi vî rengî gel û Rêbertî ji hev qut bikin."
 
'Xwedî li doza Rêbertî derkevin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Roşînê bal kişand ser parastina civakî ya ku wê bibe sedema azadîya Abdullah Ocalan a fîzîkî û wiha dom kir:" Pêwîst e zagonên parastina civakî li her derê derkeve pêş. Rêber Abdullah Ocalan parastina civakî girîng dibîne. Gelek civak îro ji fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bandor bûne. Loma divê PKK ji lîsteya 'terorê' derkeve. Banga me ji bo rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan, CPT'yê re heye ku xwedî li erka xwe ya mirovî derkevin xwedî li doza Rêbertî derkevin."
 
'Wê têkoşîna me ya li dijî komploya navdewletî dewam bike'
 
Di heman demê de jina ji pêkhateya Ereb Necla Hemzê ya ji Rêveberiya Rêxistina Sara a li dijî Tundiya li ser Jinan a Taxa Şêxmeqsûdê têkildarî bandora ramanên Rêbertî ya netewa demokratîk a li ser civakê wiha got:"Min di nava xebata li dijî tundiya li ser jinan cih girt. Bandora Şoreşa Rojava li ser van xebatana hene. Piştî Şoreşa Rojava, şoreşa ku bi pêşengtiya jinan hat pêşxistin û li tevahî cîhanê deng da em jî pêş ketin. Bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan, di heman demê de bi riya perwerdeyan îro me xwe nas kir û em xwedî li xwe derketin. Wê têkoşîna me berdewam be û em ê xwedî li keda Rêberê xwe derkevin. Wê têkoşîna me ya li dijî komploya navdewletî dewam bike."
 
'Bi riya xwendina pirtûkên Rêbertî min xwe pêş xist'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Necla qala rêbazên perwerdeya kesayetî ya ku bi riya wê îro xwe bi rêxistin dike kir û got:"Pêşketina min bi riya xwendina pirtûkên Rêbertî bû û lêkolînkirina felsefeya wî. Bi riya pirtûkên Rêbertî min gelek sûd girt. Her wiha ew felsefe ji bo parastinê, rêxistinkirin û azadkirina jinan e. Perwedeya kesayetî ya li ser vê esasê girîng e. Em bang li hemû jinan dikin ku xwe pêş bixin.
Xwe tevlî perwerdeyan bikin û bi hev re bibin yek dest. Li dijî tevahî cureyên tundiyê bibin yek û li ser bingeha ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedanê domdarî pêş bixin."
 
'Bi riya ramanên Rêbertî wê jin bigihêje ronahiyê'
 
Jina ji pêkhateya Ereb Lemya Abas a Endama Koordînasyona Kongra Star a Navçeya Ehdasê da zanîn bi saya ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gelek tişt guherîne û wiha got:"Bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em wek jinên ji pêkhateya ereb bûn xwedî îradeyek xurt. Di heman demê de, me xwe ji kevneşopiyên zirarê didin me, da rizgarkirin. Me cihê xwe di qadên civakî, siyasî û leşkerî de girt. Me xwe bi pêş xist. Em daxwaz dikin ku tevahî jin li ser bingeha ramanên Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bikin ku bi riya wê xwe bigihînin ronahiyê. Bi riya ramanên Rêbertî wê jin bigihêje ronahiyê."
 
'Me xwe nas kir û em bûn xwedî biryar'
 
Di dawiya axaftina xwe de Lemya bal kişand ser cudahiya di navbera jiyana wê ya berî tevlîbûna wê ya nava xebatên Kongra Star û wiha got:"Berî ez dest bi kar bikim ez di asoyeke teng de dihizirîm. Tenê ji bo çawaniya birêvebirina kar û barê malê em difikirîn. Ev jî ji ber bandora zihniyeta bavkisalarî ya li ser me bû. Em di malê de ne xwedî biryar bûn, ne jî xwedî maf bûn. Lê di roja me ya îro de bi taybet piştî naskirina me ya projeya netewa demokratîk û xebata di nava wê de em di gelek guhertinan re derbas bûn. Me xwe nas kir û em bûn xwedî biryar. "
 
'Tevî astengiyan me xebatên xwe didan meşandin'
 
Şadye Henan a ku di civînên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên sala 1994'an de amede bû û keça wê têkoşera azadiyê ye wiha got:"Ji salên 90'î heta sala 1994'an min tim xebat dikir. Wê demê di warê xebatan de me gelek zehmetî dikişand. Ji ber Hikumeta Şamê gelekî zext li me dikir. Tevî vê yekê jî me dest ji erka xwe berneda û bi dirustî me xebatên xwe dida meşandin."
 
'Min qet bawer nekir ku ez ê Rêbertî bibînim'
 
Şadyeyê di sala 1994'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Helebê dîbîne û di civîna bi wî re de amede dibe. Şadyeyê wiha behsa wan kêliyan dike:"Di sala 1994'an de dema ku min karê dilxwazî dikir agahî ji min re hat ku divê em biçin di civîna ku wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixe de, em amede bin. Bi rastî ez gelek bi kelecan bûm, min qet bawer nekir ku ez ê Rêbertî bibînim. Piştî ku min Rêbertî dît ji bo min wekî xewn û xeyalekê bû. Ji bo me hemûyan wiha bû ku em Rêbertî bibînin. Di wê demê de bêhtir Rêbertî li ser jiyana xwe û têkoşîna di nav de disekinî. Bi me re parve dikir. Di heman demê de rewşa siyasî ji bo me bi giştî dinirxand."
 
'Min hêza herî mezin ji Rêbertî girt'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Şadyeyê ya ku keça wê Zîlanê têkoşera azadiyê ye wiha got: "Min hêza herî mezin di wê demê de ji Rêbertî girt û keça min di vê oxirê de bû têkoşera azadiyê. Ez ji ber vê yekê carekê ne poşman im û ez gelek bi wê serbilind im, ji ber şehadeta di vê riyê de pîroz û bi rûmet e."
 
'Berî mirinekê ez daxwaza dîtina Rêbertî dikim'
 
Di dawiya axaftina xwe de Şadyeyê da zanîn Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên bindest li berxwe dide û wiha dawî li gotina xwe anî:" Rêberê me her tim têkoşîna li dijî desthilatdariyê dikir. Ji bo aştî li cîhanê belav bibe pêwîst e dewlet û rêxistinên têkildar destê xwe bikin yek û azadiya Rêberê me mîsoger bikin. Ji ber ku Rêberê me her daxwaza demokrasiyê dike. Loma 24 sal in di zindana Îmralîyê de li berxwe dide, ne tenê ji bo civaka kurd, ji bo tevahî gelê bindest li berxwe dide."