ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2023'YAN

  • 09:00 10 Cotmeh 2023
  • Rojev
 
*Jinên li Helebê li dijî tecrîd û komploya navdewletî nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Tevî hemî şert û mercên giran jî me ev hêz û îradeya xurt ji fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiye. Em carek din ji mirinê hişyar bûn. Lewma îro ev 24 sal in tecrîdê li ser Rêberê me didin dewamkirin û dixwazin me ji ramanên wî bi dûr bixin. Lê daxwaza dijmin pêk nayê, ji ber fikir û ramanên Rêbertî di mejî û dilê me de hatiye çandin." DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku bertek nîşanî tacîzkirina 2 jinan a ji aliyê 6 çawîşên pispor ve li Wanê hat kirin dan, bal kişandin ser şerê taybet û polîtîkayên bêcezakirinê. Jinan diyar kirin ku li dijî parastina polîs û leşkeran a ji aliyê îqtîdarê ve divê jin parastina xwe bikin û xwe rêxitin bikin. DÎMEN HEYE
 
*Siyasetmedara kurd Sebahat Tuncel, bal kişand ser Komploya Navneteweyî û got: "Tifaqa Ergenekon-AKP- MHP'ê dixwazin bê kurd têkevin sedsala 2'yemîn a Tirkiyeyê û dixwazin zagona sedsala 2'yemîn li ser înkara kurdan bidin avakirin. Ev polîtîka jî dibe sedem li Tirkiyeyê qeyrana aboriyê, cihêkarî bêtir pêş bikeve. Lê em bi serhildanê dikarin aştiyê ava bikin."
 
*Hevseroka SES'ê ya Wanê Fîgen Çolakoglû pirsgirêkên ku di warê tenduristiyê de tên jiyîn anî ziman û diyar kir ku ji kêmbûna bijîşkan bigire heta girtina randevûyê, ji muayeneyê heta peydakirina dermanan pirsgirêkên cidî hene û got: "Ji ber feraseta hikûmetê xebatkarên tenduristiyê bi şîdetê re rûbirû dimînin." BI DÎMEN 
 
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk Zeynep Oduncu, komploya navneteweyî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku Abdullah Ocalan navnîşana çareseriya hemû pirsgirêk, krîz û şerên li Tirkiyeyê ye. DÎMEN HEYE