Welatiyên li Mexmûrê dijî komploya 9’ê Cotmehê meşiyan

  • 14:30 9 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi munasebeta 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan, meşek girseyî hat lidarxistin û di meşê de peyamên dijî tecrîdê û azadkirina Abdullah Ocalan hatin dayîn.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi munasebeta 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan meşek girseyî hat lidarxistin. Meş bi kombûna gel û xwendevanan, li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heya noqteya kontrola derketina wargehê dewam kir.
 
Di meşê de bê navaber dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bijî berxwedana gelê Kurd’ hatin bilindkirin, her wiha posterên Abdullah Ocalan, pankartên li ser ‘Li ser xeta Rojhat û Erdal em ê serkeftinê teqez bikin’, ‘Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin’ û ‘Komplo têkçû dem dema şikandina tecrîdê ye’ hatibûn hildan.
 
Dema meş li ber noqteya kontrola derketina wargehê rawestiya, deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak axivî.
 
Filîz Budak di destpêka axaftina xwe de komploya 9’ê Cotmehê û komplogeran şermezar kir û wiha got: “Ji bo gelê Kurd li ser xaka xwe wek mirovan bijî, Rêber Apo temenê xwe feda kir. Hêzên desthilatdar ji bo me ji hebûna me ango ji Rêbertiya me qut bike ev 25 sal in Rêbertiya me di bin pergala îşkenceya Îmraliyê de digire. Ji bo ku bikaribin bi komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an Rêbertiya me dîl bigirin, hemû armancên xwe yên ji Lozan û Qesra Şîrîn ku armac tinekirina gelê Kurd bû, di vê komployê de kirin yek. Ji vir û şûnde ger jiyanek ne bi fikrê Rêber Apo be wê jiyanek ji rê derketî be. Em soza têkbirina tecrîd û azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe didin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bimire îxanet’ bi dawî bû.