Girtiyan banga xwedîderketina li Rojava kirin

  • 14:19 9 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê têkildarî êrişên li ser Rojava dan zanîn ev qirkirin e û bang li saziyên civaka sivîl, hêzên demokratîk kirin. Jinên girtî banga xwedîderketina li Rojava kirin.
 
Jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê têkildarî êrişên li ser Rojava peyam parve kirin. Jinan êriş şermezar kirin û banga xwedîderketina li Rojava kirin. 
 
Peyama siyasetmedarên girtî wiha ye:
 
"Bi şoreşa li Rojava û Şengalê hêviyeke mezin ji bo cîhanê û jinên cîhanê hat avakirin. Li Şengal û Rojava li dijî DAÎŞ'ê têkoşînek hat kirin û zihniyeta DAÎŞ'ê têk çû. Lê belê îro ji aliyê heman zihniyetê ve êriş li Rojava tê kirin. Dewleta tirk û hêzên wê yên faşîzan piştî çalakiya li Enqereyê bi hinceta "ewlehiyê" êrişî Rojava, Şengalê dike û li vir jêderkên avê, nexweşxane, înşaat û her wekî din bombebaran dike. Êriş li ser qadên jiyanê yê mîna rafîneyên petrolê, santralên ceyranê, wargehan tên kirin, tên bombebarankirin. Ev jî li pêşiya çavên cîhanê bi gotina "hemû hedef ji bo me rewa ye" tê kirin. Gelek sivîlan bi van êrişana jiyana xwe ji dest dan û gelek qadên jiyanê hatin îmhakirin. Ev konsepta dagirkeriyê li dijî destkeftiyên gelê kurd û gelên li herêmê ne. Hedefgirtina cihên sivîlan hewldana qirkirinê ya eşkere ye. Dewleta tirk dîsa nîşan daye ku hedefa wan a îmhakirinê kurd in. 
 
Em wekî jinên girtî yên siyasî yên li Sîncanê dixwazin ev êriş demildest bên sekinandin. Loma em bang li saziyên civaka sivîl, hêzên demokratîk dikin û dibêjin ji bo hûn nebin hevkarên vî sûcî bikevin nava tevgerê."