RJAK û jinên Kerkûkê komplo şermezar kirin

  • 12:53 9 Cotmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK û jinên Kerkukê bi boneya salvegera komploya navneteweyî daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku komploya navneteweyî ne tenê li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû li hemberî tevayî jinan pêk hat. 
 
Rêxistina jinên Azad a Kurdistanê RJAK’ê  û jinên Kerkukê bi boneya salvegera 9’ê Cotmehê Komploya Navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniya RJAK’ê û jinên Kerkukê de wiha hat gotin: 
 
“Ev nêzî 25 salan zêdeyî 30 welatan komployek navneteweyî li dijî Gelê Kurd  biryara girtina Rêber Apo dan. Bi awayekî ji tevayî zagonên navneteweyî dûr, ev karê dijiminan e li hemberî tevgera azadixwazên Gelê Kurd bû. Ji ber welatên serdest û welatên herêmê ji bo berjewendiyên xwe hebûna tevgera azadiyê weke metirsî dibînin, cihê kêfxweşiyê ye ku dijmin şikest û roj li pey roja din tevgera azadîxwazên PKK’ê berfireh û bihêztir bû. Em 25’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikin. Em weke jinên Kerkukê û ji bo rêxistinkirina jinan pêwîst e xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin bikin.
 
Dijmin dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qut bikin. Dijminên serdest bi komploya 9’ê Cotmehê wisa plan dikirin ku wê Rêber Apo ji me dûr bixin lê belê tu hêzek nikare fikir û felsefeya Rêber Apo ji me dûr bixe. Bi taybetî em weke jinên Başûrê Kurdistanê weke pêwîst dizanin hêzên komploger bi çalakî û têkoşîna xwe neçar bikin, weke bersiv em dibêjin hûn bi zagonên xwe nikarin rêgiriyê li daxwaza azadî û hişyariya jinan bikin. Di komploya navneteweyî a 9’ê Cotmehê de dema ku Rêber Apo bi awayekî dijmirovane revandin, ev ne tenê komployek li hemberî gelê Kurd bû, armanc tunekirina pergala netewa demokratîk li Rojhilata Navîn bû. Her wiha dewletên serdest û herêmê xwestin Kurdan tune bikin.
 
Weke ku diyar e ev alozî û şerê li Rojhilata Navîn bi aqilê netew dewletê rû dide. Çareseriya van alozî û nakokiyên li Rojhilata Navîn di çarçoveya xeta sêyem a netewa demokratîk de xwe bi rêxsitin kirine. Weke jinên Kerkukê daxwaza me ew e ku ev tecrîda girankirî li ser Rêber Apo bi dawî bibe. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo kilîta çareseriya doza hemû gelên herêmê û bi taybetî jinan e. Piştî 25 salan dîlgirtina Rêber Apo, plana dagirkeriyê pûç kir. Bi hêza jinên şoreşger em ê Rêber Apo bi awayek fizîkî azad bikin.”