Li Qoserê jinekê agir berda bedena xwe

  • 20:17 25 Tebax 2023
  • Rojane
MÊRDÎN-Li navçeya Qoserê jina bi navê Sûriye Akturk li ser banê mala xwe agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da.
 
Jina bi navê Sûriya Akturk a li Taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Qoser a Mêrdînê, ji ber sedemeke nediyar li ser banê mala xwe agir berda bedena xwe. Sûriye Akturk tevî mudaxeleya derdorên ku bûyer ferq kirin jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Gelek wesayitên agırkujö  û ekîbên tenduristiyê yên lezgîn sewqî cihê bûyerê hatin kirin.