‘Polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê didin mêran’

  • 09:04 29 Îlon 2024
  • Rojane
 
Neslîhan Kardaş
 
WAN - Endama Kolektîfa Femînîst a Aralik Gulyeter Aktepe derbarê tundiya li ser jinan axivî û got: “Feshkirina Peymana Stenbolê û polîtîka bêcezahiştinê hêzê dide mêran. Êrişa dewletê ya li hember destkeftiyên jinan jî di vê nokteyê de pêk tên. Divê em li dijî tundiyê rêbazên têkoşînê biaxivin.”
 
Tundiya li ser jinan roj bi roj zêde dibe û her mehe bi dehan jin tên qetilkirin. Li dijî vê tundiyê û qetilkirina jinan tu tedbîr nayê girtin û berovajî vê bi polîtîkayên bêcezahiştinê gumanbar cesaretê digirin.
 
Ji Kolektîfa Femînîst a Aralik Gulyeter Aktepe derbarê mijarê de axivî.
 
‘Divê li dijî tundiya mêr xeta têkoşînê bê avakirin’
 
Gulyeterê da zanîn ku ji ber demek dirêje wezaret daneyan parve nake, tundiya mêr jî zêde bûye û ji ber vê daneyeke şênber destê wan de tuneye. Gulyeterê wiha anî ziman: “Em bi beşa ku di çapemeniyê de derdikeve agahdar dibin. Demek nêz de hefteyekê de 9 jin hatin qetilkirin. Lê mixabin der barê ku dane zêde bûne an kêm bûye de agahiya me tune ye. Ne kêmbûn an zêdebûn, divê hebûna tundiyê tunebe.Divê li dijî vê têkoşîn bê hûnandin. Divê em xeta têkşoînê bihûnin.”
 
‘Êrişên dewletê yên li hember destkeftiyên jinan mijara gotinê ne’
 
Gulyeterê got polîtîka ku tundiya mêr normal dike, ji polîtîka serdestiya mêr cuda jî dikare bê nirxandin û wiha dirêjî dayê: “Li hember destkeftiyên jinan êrîşên cidî mijara gotinê ne. Peymana Stnebolê ji holê rahat kirin û niha jî 6284 di hedefê de ye. Ev êriş nû nehatine pêş me. Li her qada ku hevkariya baviksalar û pergala dewletê heye em van êrîşan dibînin.”
 
‘Bêcezahiştin hêzê dide mêran’
 
Gulyeterê destnîşan kir ku li dijî êrişên li hember destkeftiyên jinan rêbazên têkoşînê hene û got: “Peymana Stenbolê hat feshkirin lê piştî wê hinek sererastkirin anîn. Ev sererastkirin çiqas pêk hatin. Dadgeh van pêk tînin an na. Di esasê de pêk nayên. Feshkirina Peymana Stenbolê û polîtîka bêcezahiştinê hêzê dide mêran. Em parastina cewherî wek ‘xwedîderketina li jiyanê’ dinirxînin.  Divê jin xwedî li jiyan axwe derkevin.”
 
‘Qetilkirinên jinan di rojevê de ye’
 
Gulyeterê daxuyakirin ku têkoşîşan jinan jî ya femînîst jî bi salan eli dijî tundiya mêr tê meşandin û di asta heyî de êrişên li hember destkeftiya jinan di asta herî jor de ye. Gulyeterê wiha domand: “Mêr bi awayekî çavsor tundiyê pêk tînin. Duh wisa bû îro jî wisa ye. Em têkoşîna xwe nemeşînin em li riyên têkoŞînê û piştevaniyê negerin wê bidome. Ji ber qetilkirinên jinan ji her demê zêdetir di rojevê de ye. Li her qadê hewce bi hûnandina têkoşînê heye."