Li Qoserê jinekê agir berda bedena xwe 2023-08-25 20:17:06   MÊRDÎN-Li navçeya Qoserê jina bi navê Sûriye Akturk li ser banê mala xwe agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da.   Jina bi navê Sûriya Akturk a li Taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Qoser a Mêrdînê, ji ber sedemeke nediyar li ser banê mala xwe agir berda bedena xwe. Sûriye Akturk tevî mudaxeleya derdorên ku bûyer ferq kirin jî jiyana xwe ji dest da.    Gelek wesayitên agırkujö  û ekîbên tenduristiyê yên lezgîn sewqî cihê bûyerê hatin kirin.