Azra ya destdirêjî lê hat kirin: Ez dest ji doza xwe bernadim

  • 09:03 29 Îlon 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Azra Mîray Evcî ji aliyê mêrê bi navê A.Î.K  ve destdirêjî lê hat kirin. Azrayê got gumanbar ji ber ‘qelsiya delîlan’ berat kiriye û got wê îtîrazê biryarê bike. Azrayê her wiha got ew piştgiriya jinan dixwaze.
 
Jina bi navê Azra ku xwe ji bo zanîngehê amade dikir, piştî erdheja Îzmîrê mala xwe winda kir û ji ber dayika wê ji ber nexweşiyê li nexweşxanê dima, li mala xaltiya xwe ma û hevjînê xaltika wê A.Î.K bi sîstematîk destdirêjî lê kir. Der barê gumanbar de doz hat vekirin û gumanbar di rûniştina ewil a 17’ê îlonê de hat dîtin berat kir. Azra der barê mijarê de axivî û got wê îtîrazê biryarê bike.
 
Gumanbar hewl da tacîzê normal bike
 
Azrayê got ewil tacîz bi gotinan dest pê kiriye û piştre gihiştiye fîzîkî û got: “Rojekê bi aşkera tacîz kir. Min got gelo ev kabus e? Ez vê bi rastî dijîm) Ez neqêriyam, min bertek nîşan neda. Ez cemidîm mam. Min got gelo wê ev kengê biqede. Dema qedya rondik ji çavên min barî. Qedehek av danî ber min û çû. Roja din ez li xaltiya xwe ya din geriyam min got were min bibe. Gumanbar di 20-25 rojan de hewl da tacîzê normal bike. Gumanbar digot ‘ez ji zarokên xwe jî wisa hez dikim’.”
 
‘Salek û nîvê bêdeng mam’
 
Azrayê wiha dirêjî dayê: “Gumanbar ji xaltika min re digot Azra jî keça me ye. Zemîn ava dikir ku dema ez bêjim ku xaltiya min pê bawer neke. Min destdirêjî ewil ji xaltiya xwe re piştre ji dapîra xwe re got. Dapîra min pir xemgîn bû. Hêrs bû. Piştre got ji kesî re nebêje û ez çewisandim. Piştre min fêm kir ku bapîra min qet ji min bawer nekiriye. Ez salek û nîvê bêdeng mam. Piştre min ji dayika xwe re got. Piştî bûyer derket kalê min got ‘zavayê min tiştekî wisa nake, Azra derewan dike.’ Wê demê jî dê û bavê min ligel min bûn.”
 
Gumanbar berat kir
 
Azrayê diyar kir ku piştre pêvajoya dozê dest pêkiriye û wiha dirêjî dayê: “Rûniştina ewil di 17’ê îlonê de hat dîtin. Lê gumanbar ji ber qelsiya delîlan berat kir. Destê min de delîlek şênber tuneye lê wê demê telefona min ne li cihekî ku ez xwe bigihînê bû. Du zarok hene. Ez naxwazim zarok di hawirek wisa de bijîn. Ji ber gumanbar tundiyê li hevjîna xwe dike. Ev kes belkî ji kesên din jî wisa dike. Em nizanin. Ez ê bi dehan carî îtîraz bikim. Ez bê deng namînin. Ew berat bike jî ez pêşiya wî bernadim. Wî bandorek nebaş a pir mezin li ser jiyana min kir. Dengderxistina min wê bibe wesîleya dengderxistina hemû jinan. Qanûna ferzkirina delîlên şênber tenê gumanbaran diparêze. Lê wê edalet cihê xwe bibîne. Ez ê her tim li piştî vê dozê bim. Ez şerm nakim. Ne xwe ne jî jinên din ji bîr nakim.”
 
Ez ji jinan û rayagiştî piştgiriyê dixwazim
 
Azrayê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Celba dadgehê hîna nehatiye. Piştî were 14 roj dema me heye. Ez ê bi dê û bavê xwe re daxwaznameya îtîrazê ava bikim. Ez ji saziyên jinan û rayagiştî piştgiriyê dixwazim. Serhildana me wê pêşiya jinên din jî vebike.”