Konferansa Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan tê lidarxistin

  • 12:44 25 Tebax 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Duyemîn Konferansa Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan bi beşdariya 500 delegeyan tê lidarxistin.
 
Konferans bi dirûşma “Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê asta têkoşîna jinan bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişloyê tê lidarxistin.
 
Ji seranserê navçe, bajarok, bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 500 delege beşdar bûne.
 
Her wiha nûnerên rêxistinên jinan, saziyên jinan ên herêmê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cil û bergên neteweyî wek mêvan beşdarî konferansê bûne.
 
Li gorî komîteya amadekar a konferansê, dê rapora 2 salên dawîn a xebatên Meclîsa Jinan bê xwendin, dê rêziknameya meclîsê di ber çavan re bê derbaskirin û dê ji nû ve bê erêkirin. Her wiha dê endamên meclîsê bên hilbijartin.