Konferansa Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan tê lidarxistin 2023-08-25 12:44:11       NAVENDA NÛÇEYAN - Duyemîn Konferansa Meclîsa Jinan a Meclîsa Malbatên Şehîdan bi beşdariya 500 delegeyan tê lidarxistin.   Konferans bi dirûşma “Bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê em ê asta têkoşîna jinan bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişloyê tê lidarxistin.   Ji seranserê navçe, bajarok, bajar û kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 500 delege beşdar bûne.   Her wiha nûnerên rêxistinên jinan, saziyên jinan ên herêmê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cil û bergên neteweyî wek mêvan beşdarî konferansê bûne.   Li gorî komîteya amadekar a konferansê, dê rapora 2 salên dawîn a xebatên Meclîsa Jinan bê xwendin, dê rêziknameya meclîsê di ber çavan re bê derbaskirin û dê ji nû ve bê erêkirin. Her wiha dê endamên meclîsê bên hilbijartin.