Dewleta tirk gelek tabelayên navên gundan kir tirkî

  • 12:19 24 Tebax 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk zimanê tirkî li sûriyeyiyan ferz dike. Dewleta tirk gelek tabelayên navên gund û bajarokên Cerablus û Babê kir tirkî.
 
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji herêmên dagirkirî hatine wergirtin, dewleta tirk navên gund û bajarokên Şawa, Zulf, Bab Hecer, Ziyare, Telîle, Mixêra, Xalsa, Hec Kûsa, Zehra, Um Sedeya, El Mesnê yên li bajarên Cerablus û Babê yên dagirkirî veguherandine zimanê tirkî.
 
Dewleta tirk ji dema dagirkirina herêmê ve, guhertina demografiya herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî didomîne.