Dewleta tirk gelek tabelayên navên gundan kir tirkî 2023-08-24 12:19:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk zimanê tirkî li sûriyeyiyan ferz dike. Dewleta tirk gelek tabelayên navên gund û bajarokên Cerablus û Babê kir tirkî.   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji herêmên dagirkirî hatine wergirtin, dewleta tirk navên gund û bajarokên Şawa, Zulf, Bab Hecer, Ziyare, Telîle, Mixêra, Xalsa, Hec Kûsa, Zehra, Um Sedeya, El Mesnê yên li bajarên Cerablus û Babê yên dagirkirî veguherandine zimanê tirkî.   Dewleta tirk ji dema dagirkirina herêmê ve, guhertina demografiya herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî didomîne.