Di êrişa dewleta Tirk de karmendekî JIN TV jiyana xwe ji dest da

  • 21:41 23 Tebax 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Di êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk  de li ser rêya Amûdê-Qamişlo karmendekî JIN TV jiyana xwe jı dest da û nûçegihanek birîndar bû.
 
Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk piştî danê nîvro li nêzî xaçrêya gundê Til Şiîr ê li ser rêya Qamişlo-Amûdê, li wesayiteke rojnamevanan da.
 
Nûçegihanên ANHA'yê bi bîr xistin ku wesayita hatiye hedefgirtin a JIN TV ye. Di encamê de karmendekî wê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan jiyana xwe jı dest daye û nûçegihaneke kanalê birîndar bûye.