Di êrişa dewleta Tirk de karmendekî JIN TV jiyana xwe ji dest da 2023-08-23 21:41:37   NAVENDA NÛÇEYAN -Di êrişa balafira bêmirov û biçek a dewleta Tirk  de li ser rêya Amûdê-Qamişlo karmendekî JIN TV jiyana xwe jı dest da û nûçegihanek birîndar bû.   Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk piştî danê nîvro li nêzî xaçrêya gundê Til Şiîr ê li ser rêya Qamişlo-Amûdê, li wesayiteke rojnamevanan da.   Nûçegihanên ANHA'yê bi bîr xistin ku wesayita hatiye hedefgirtin a JIN TV ye. Di encamê de karmendekî wê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan jiyana xwe jı dest daye û nûçegihaneke kanalê birîndar bûye.