Zeytûn jî wek Uzundereyê li dijî bajarvaniyê berxwe dide

  • 09:09 22 Cotmeh 2018
  • Ekolojî
ÎZMÎR - Gundê Uzundere yê Karabaglar a ji ber nêzî bajare û li ser proje tên amadekirin, wek zeytûnên xwe li dijî modernîteyê berxwe dide.
 
Gundê Uzundere ya Karabaglar a Îzmîrê ev 600 sale li dijî modernîteyê berxwe dide û niha bi polîtîkayên rantê xistine bin dorpêçê. Zeytûnên taybetiya herî mezin a gunde, wek gundê Uzundere îsal jî hilberîna xwe da. Li nêzî gund heta niha dihat xwestin ku JES bê çêkirin. Di encama berxwedana welatiyan de xebat hatin sekinandin û piştre jî li ser ereziyek 86 hektarî ku 30 xanî, mala cem û avahiya şaredariyê jî dihundirîne tê xwestin ku projeya avahiyên komî bên çêkirin. Gel niha li dijî vê berxwe dide. Gundî di nav vê zor û zehmetiyê de dest bi komkirina zeytûnan kirin ku rûnê zeytunan çêbikin. 
 
Jina bi navê Zeynep Gur ya 75 salî diyar kir ku rojane bi 40 TL tê alîkariya cîrana xwe û got ji be krîza aborî cîrana wê jî beramberê keda xwe nagire û wiha got: “Rewşa gundiyan ne başe. Nikarin çandiniyê bikin. Em niha li gundê xwe bûne wek mêvan. Heya ku em ji  goristanê re  jî pere didîn.”
 
'Ev kavil zeytûnan jî tehdîd dikin'
 
Neslîhan Îlkturk jî got ji ber gundê wan nêzî navendê ye her tim li hemberî projeyên li ser gundê wan têdikoşin û got li derdorê kavil tên valakirin û şaredarî jî bi awayekî baş xizmetê nade. Neslîhanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em gilî dikin, şaredarî tiştekî nake. Bêguman ev kavil zeytûnan jî tehdîd dikin.”