Li dijî JES’ê berxwedan mezin dibe: Lêçûnên şer çandinî qedand

  • 09:21 19 Cotmeh 2018
  • Ekolojî
Melîke Aydin
 
AYDIN - Jinan diyar kir ku ji ber çalên JES’ê ya li Kizilcakoy tên çêkirin, darên hêjîr, zeytûn û rezê wan hişk dibin û gotin lêçûnên şer yên dewletê çandinî qedand û got ev proje neyê betalkirin wê çalakiya xwe mezin bikin.
 
Li Taxa Kizilcakoy a Efeler a Aydinê, berxwedana li dijî projeya vekirina 120 çalên JES’ê ya ser 30 hezar donim erdî ku ji aliyê Walîtiyê ve destûr hat dayîn ku bê vedan, didome. Gel bi şev û roj li dijî santralan nobetê digirin û rastî mudaxaleya leşkeran tên. Jinan bertek nîşanî rewşê dan û gotin divê proje demildest bê betalkirin.
 
‘Tiriyê me hemû hişk bûn’
 
Tevhîde Unal diyar kir ku dewletê erdê wan ji bo 25-50 salî bi kirê daye şîrketên JES’ê û got lêçûnên şer jî ji vê peyda dikin û wiha pê de çû: “Dewlet li şûna bi Sûriyeyê re eleqeder dibe bila hinek li axa xwe binêre. Bi vî awayî çandinî tune bû. Em li vî welatî dijîn. Cotkar têk çûn. Rezê me îsal hemû hişk bû. Tirî hişk bûn. Ev du sale em êşê dikşînin. Bila êdî Enqere me bibihîze.”
 
Sevgî Unal jî destnîşan kir ku hilberandina enerjiyê ne li gorî usulê ye û ne dostê xwezayê ye û ev tişt anî ziman: “Em ji bermahiyên JES’ê gelek ne rehet in. Ez carek bi pençeşêrê ketim. Ez naxwazim zarokên min jî heman êşê bikşînin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
 
Jina bi navê Ulku Dala jî bi lêv kir ku madeyê kîmyewî li hewayê belav dibe û hemû zindiyan dikuje û got ne tenê li Kizicakoyê û derdora wê zirarê dide hemû Aydin û derdora wê. Ulku her wiha da zanîn zeytûn û hêjîrên ku yekane çavkaniya debara gundiyan e jî tune bûne.
 
‘Em ê biçin navendê berxwe bidin’
 
Mujde Înce jî ev tişt vegot: "Tevî ez li bajar dimînim jî ez têm gund tevlî çalakiya rûniştinê dibim. Çalakiya kon ev 3-4 mehe didome. Ger bi encam nebe em ê biçin bajar têbikoşin."