Karîkatorîst Asli ji bo lêçûna beytar a sewalan bang kir

  • 09:03 14 Cotmeh 2018
  • Ekolojî
Habîbe Eren
 
ENQERE - Karîkatorîst Asli Alpar bi malbata xwe ya ji 4 kesî pêk tên, li 40 pisîkan dinêrin û ji bo lêçûna beytar pêk bîne, portreyan xêz dike. Asli diyar dike ku bi riya piştevaniyê hem wê bikaribin lêçûna beytar bidin û hem jî bibin parçeyek jiyana hevalên derdora xwe.
 
Karîkaturîst Asli Alpar bi malbata xwe ya ji 4 kesî pêk tê li 40 psîkên pîr, astengdar û li kolanê mane dinêre. Asli diyar dike ku ji bo lêçûna baytar peyda bike portreyan xêz dike û li ser çapemeniya civakî jî banga piştevaniyê kir û got di demek kurt de eleqeyek mezin dîtiye.
 
Asliyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi salan bû li yek pisîkekê dinêrtin lê roj bi roj hejmara sewalan ji ber xerabûna park û baxçeyan zêde bûne û got li dijî sewalên li kolanê dijîn hişmendiyek tune ye. 
 
Lêçûna beytar a gelek pisîkan heye
 
Asliyê destnîşan kir ku kesên li sewalên kolanê dinêrin û nan û avê didin jî rastî derbkirinê tên û ev tişt vegot: “Şîdeta li hemberî sewalan zêde ye. Me jî ji pisîkên astengdar û pîr re mala xwe vekir. Mixabin di meha îlonê de ji ber vîrusekê me li pey hev psîkên xwe winda kirin. Ligel lêçûna mama û beytar, ji ber me pisîkên xwe yên jiyana xwe ji dest dan derman kirin jî em ketin bin lêçûnek mezin. Em malbatek ji 4 kesan pêk têne. Em li pisîkan dinêrin. Ji ber lêçûna dolar mamaya erzan jî nema. Me dît wisa nabe me kampanya bexşê da destpêkirin.Min ji bo pisîkan dest bi çêkirina portreyan jî kir. Min hêvî kir ku portreyek bi 50 TL’yî bê çêkirin wê deynê me bê girtin. Di çapemeniya civakî de kampanya me eleqeyek mezin dît. Gelek kesî xwest piştgiriyê bide. Ligel vê divê şaredarî xwezayê li gorî sewalan sererast bikin.”