Beşek agirê ku bi daristanên Dersimê ketibû hat vemirandin

  • 14:03 29 Îlon 2018
  • Ekolojî
DERSIM - Beşek agirê bi daristanên navçeyên Mazgêrd û Pilemûriyê ketibû, di encama mûdaxileya dilxwazan de hat vemirandin. Ji ber destûr nayê dayîn, kes nizane şewata çoltera nêzî navendê di çi rewşê deye. 
 
Li Dersimê, beşek şewatên daristananan di encama mûdaxileya dilxwazan de hat vemirandin, lê ji ber ku destûr nayê dayîn, derbarê şewata çolterên nêzî navendê di dome de tu agahî tuneye. Şewata li herêma Ahpanos a navçeya Pulur, Zargovît, Arekî, Harsî û Geliyê Roj ên Dersimê rûda, berdewam dike. Leşker destûr nadin kes bikevin herêma şewatên çolterên navenda bêjer. Ji ber vê yekê şewat d içi rewşê de kes nizane. 
  
Ekîbên dilxwaz di seatên serê sibê de mûdaxileyî şewata daristanê ya 3 rojin li Taxa Meydanlar a navçeya Pilemûriye didome, kirin û vemirandin.  Cardin şewata li navçeya Mazgêrdê berdewam dikir jî, di encama mûdaxileya ekîbên dilxwazan de hat vemiranan. Di haman demê de hat diyar kirin ku operayona leşkerî ya dinavbera herêma Geban û gundê Kale ya navçeya Mezgêrdê hat despêkirin jî, berdewam dike.