Destûr nayê dayîn ku şewata li dêrsimê bê vemirandin

  • 15:20 28 Îlon 2018
  • Ekolojî
DERSIM - Şewata li çar aliyên daristanên Dersimê belav dibe, ji bo vemirandina wê tu hewldan tuneye. Dilxwazên dixwazin mûdaxileyê şewatê bikin jî, tên astengkirin. 
 
Şeweta li çar aliyên daristanên Dersimê belav bûyî, rayedarên hikûmet û dewletê ji bo vemirandinê tu tiştî nakin û ligel vê yekê jî kesên dixwazin şewatê vemirinên asteng dikin. Şewata daristanan a bi rojane berdewam dike, heya heremên çolter ên Taxên Meydanlar a navçeya Pilmûrê, Ahpanos a navçeya Pulur, Zargovît, Arekî û Geliyê Roj ên navenda Dersimê didomin. 
 
Şewata duh li rawestgeha Pîlvenk a girêdayî navendê rû da, ji aliyê dilxwazan ve hat vemirandin. 
 
Di heman demê de operasyona leşkerî ya berî 3 rojan li navçeya Mazgêrdê hat destpêkirin, didome. Di encama operayonê de şewata li herêmên Geban û Kale rûdan, didome û belav dibe.