Gelê ku ji bo şewata li Cûdiyê vemirîne diçe tê astengkirin!

  • 10:49 28 Îlon 2018
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Berî bi du rojan ji ber topebarana ku li Cûdiyê hat kirin şewat derket. Şewat ku derket bi hinceta "Operasyon heye" destûr nayê dayîn ku bê vemirandin. Şewata di roja 3'yan de berdewam dike  û ji navedna bajêr ve jî dikare bê dîtin.
 
Bi hatina havînê re di bin navê "operasyonan" de ji ber êrîşên ku tên kirin hemû cihên bejahî yên Şirnexê hatin şewitandin. Şewata ku berî bi du rojan li Çiyayê Cûdiyê hat derxistin her ku diçe berfireh dibe û berdewam dike.  Şewata ku li qada ji bajarê şirenxê ve jî tê xuyakirin hat derxistin ji ber topên ku hatin avêtin dest pê kir. Heyeta ku ji welatiyan û ekolojîstan pêk dihat ku ji bo vemirandinê çû herêmê jî ji aliyê cerdevan û cendirmeyan ve bi hinceta  "Ew der herêma qedexe ye, operasyon heye" hat astengkirin.
 
Şewat ji bajêr ve jî tê dîtin!
 
Li herêma ku şopên şewata li Besta, Cûdî û Gabarê derket û hat vemirandin hîna xwe didin der disa şewat hat derxistin, di mehên havînê de bi sedan dar hatin şewitandin û bi sedan hektar qad jî nema dikare bên bikaranîn. Di rojên borî de jî li Çiyayê Cûdiyê şewat derketibû, hîna şopên şewata ku derket tên dîtin û vê carê jî careke din li heman herêmê şewat hat derxistin. Şewat ji ber topebarana qereqoleke ku nêzî herêmê bû derket.
 
'Ji ber dûmanê topebaran tê kirin'
 
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopoltamyayê diyar kir ku dûmana ji bajêr ve jî tê dîtin zêde dibe û anî ziman ku dema ew nêzî cihê bûyerê jî bûne dîtine ku şewat her diçe zêde dibe. Di berdewamiya daxuyaniya tevgerê de ev tişt hat gotin: "Di şewata berê de darên fistikan şewitîbûn û niha jî li cihê ku şewat lê derketiya bi sedan dar bûn xweşî. Welatî dixwazin ku şewata hatiye derxistin bi derfetên xwe vemirînin lê diyar dikin ku ew har cara diçin bi hinceta 'operasyon heye' tên astengkirin."
 
Ji aliyêk walîtiyê ve hîna tu daxuyanî nehatiye dayîn û nayê zanîn ku ji bo vemirandinê ew ê destûr bê dayîn an neyê dayîn.