KOS'ê piştgirî da berxwedêrên daristana Habmbachê

  • 14:52 24 Îlon 2018
  • Ekolojî
STENBOL - Parastina Daristanên Bakur piştevanî da çalakvan û parazvanên Daristana Hambachê ya Almanya û bang li şîrketên emperyalîst û dewletan kir ku desten xwe nedin daristanan. 
 
Parastina Daristanên Bakur, ji bo pişteveniya parazvanên xwedî li Daristana Hambach a li Almanya bi rojane di bin êrîşan de ne li ber Sefaretxaneya Almanya ya li Taksîma Stenbolê daxuyanî ji çapemeniyê re da. Gelek aktîvîstên parastina daristanan tevli daxuyaniyê bûn. Pankarta “Hikumeta Almanya destê xwe ji ser Daristana Hambach û Daristanên Bakur rakE” û “Em li cem bira û xwişkên xwe yên Daristana Hambachê diparêzin cih digirin” û dovîz hildan. Her wiha aktîvîstan ji bo qada jiyanê ya sihoran tune dibe, rûpoşên wekî sihoran dan serê xwe. 
 
Polîsan kesên daxuyanî dan dorpêç kirin û xwestin ku hoperlora deng bi kar neynin, lê tevî astengkirinê jî aktîvîstan bi riya hoperlorê daxuyanî da. 
 
Dîrokê tune dikin 
 
Li ser navê aktîvîstan ji Parastina Daristanên Bakur Prof. Zerrîn Bayraktar daxuyanî da. Zerrîn bi bîr xist ku yek ji qatilê herî mezin ê Daristanên Bakurê Almanya ya hevkariya çêkirina Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê dike ye û Almanya ji bo madena lînyîtê ya welatê xwe zêde bike Daristanên Hambachê talan dike.Zerrînê anî ziman ku Daristanên Hambachê xwedî dîroka 12 hezar salan e û ji bo madena lînyîtê ji sedî 90 hatiye tunekirin û bi boneya ji sedî 10 neyê tunekirin 5 sal e hogirên wan li wir têkoşîna parastina daristanê didin. Bayraktar got dewlet dixwaze bi mudaxeleyê hogirên wan ji daristanên wan bike. 
 
'Dest nedin daristanan'
 
Zerrîn bi bîr xist ku ji 13’ê îlonê vir ve bi beşdariya hezaran polîs operasyona ji bo çalakvanan ji daristanê derbixe didome û got: “Di mudaxeleya polîsan de rojnameger Steffen ê bi demek dirêj e berxwedana daristanê dişopîne jiyana xwe ji dest da. Daristana Hambachê bi hevkariya şîrketên emperyalîst hatin kirin û talan dikin. Li daristana ji sedî 10 maye 140 cûre zîndewer di bin tehdîdê de ne. Em carek din dibêjin şîrketên emperyalîst û dewletên îxanetê li gelan dikin, destê xwe nedin Diristana Hambachê û Daristanên Bakur. Em li vir ji hogirên xwe yên li Daristana Hambachê re dibêjin findên xwe pêxin, stranên xwe bêjin û paş de gav neavêjin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.