Li Semsurê şewat

  • 21:40 16 Tîrmeh 2024
  • Ekolojî
 
SEMSÛR - Li gundê Faxrikan ê bi ser navenda Semsûrê ve şewat derket û li qadek berfireh belav bû. 
 
Li gundê Faxrikan ê bi ser navenda Semsûrê ve şewat derket. Şewat di saetên êvarê de ji ber sedemek nyê zanîn derketiye. Li qadek berfireh belav bûye. Welatiyên gund û gundên derdorê ji bo vemirandina agir seferber bûn. Hevserokê DEM Partiya Semsûrê Huseyîn Çoşkûn jî çû cihê şewatê û diyar kir ku mudaxile li şewatê nayê kirin û xwest tîmên agirkujiyê û mirovên herêmê li hawara gundiyan biçin. 
 
Hat ragihandin ku şewat bi lez li derdorê belav dibe û didome.