Li Semsurê şewat 2024-07-16 21:40:28     SEMSÛR - Li gundê Faxrikan ê bi ser navenda Semsûrê ve şewat derket û li qadek berfireh belav bû.    Li gundê Faxrikan ê bi ser navenda Semsûrê ve şewat derket. Şewat di saetên êvarê de ji ber sedemek nyê zanîn derketiye. Li qadek berfireh belav bûye. Welatiyên gund û gundên derdorê ji bo vemirandina agir seferber bûn. Hevserokê DEM Partiya Semsûrê Huseyîn Çoşkûn jî çû cihê şewatê û diyar kir ku mudaxile li şewatê nayê kirin û xwest tîmên agirkujiyê û mirovên herêmê li hawara gundiyan biçin.    Hat ragihandin ku şewat bi lez li derdorê belav dibe û didome.