Li Panosê bi sedan donim erd şewitî

  • 19:12 6 Tîrmeh 2024
  • Ekolojî
 
AGIRÎ - Li Panosê di şewata ku derket de bi sedan donim erd tunebû.
 
Li navçeya Panos a Agiriyê, li nav erdê navbera gundên Budak, Ozdemîr, Babiya û Taşkin  saet di 10.00’an de ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket. Bi bandora ba re şewat demek kurt de belav bû.
 
Li gorî agahiyên hatine girtin di şewta ku 6 saetan berdewam kiriye de bi sedan donim erdên ceh û genim şewitiye. Keyayên gundan wiha gotin: “Ligel welatiyan, şewat bi alîkariya îtfaya şaredariyê û cendermeyan ve saet di 16’an de hat temirandin. 2 mîyon zirara gundiyan çêbûye.”