Li Panosê bi sedan donim erd şewitî 2024-07-06 19:12:48     AGIRÎ - Li Panosê di şewata ku derket de bi sedan donim erd tunebû.   Li navçeya Panos a Agiriyê, li nav erdê navbera gundên Budak, Ozdemîr, Babiya û Taşkin  saet di 10.00’an de ji ber sedemek nayê zanîn şewat derket. Bi bandora ba re şewat demek kurt de belav bû.   Li gorî agahiyên hatine girtin di şewta ku 6 saetan berdewam kiriye de bi sedan donim erdên ceh û genim şewitiye. Keyayên gundan wiha gotin: “Ligel welatiyan, şewat bi alîkariya îtfaya şaredariyê û cendermeyan ve saet di 16’an de hat temirandin. 2 mîyon zirara gundiyan çêbûye.”