Fabrîkaya çîmentoyê hemû çopên xwe diavêje Gola Wanê

  • 09:08 16 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
Nûjin Nazlican Yildiz
 
WAN - Do bi şev di saetên dereng de hat dîtin fabrîkaya çîmentoyê hemû çopên xwe diavêje Gola Wanê ya ku bi talûkeyeke mezin a qirêjiyê rû bi rû ye. 
 
Ji ber germa kuresel, dagirkirina perê Gola  Wanê, kanên kevir ên li derdora Gola Wanê, kanên madenan, projeyên ji aliyê qayûman ve hatine erêkirin, zuhakirina çiravên bi dehan hektaran niha Gola Wanê bi tunebûnê re rû bi rû ye. Di demên dawî de Gola Wanê ji ber qirêjkirinê û vekişandina ava wê di rojevê de ye.  
 
Fabrîkaya Çîmentoyê ya Wanê ji 1969'an heta niha li Artemêta Wanê faliyetê dimeşîne. Di 2009'an de dewrî Koma Aşkaleyê hatibû kirin. Ev fabrîkaya nêzî 53 salan e li ber perê golê texrîbateke mezin çêkiriye û vê carê jî hat dîtin çopê xwe diavêje golê. Di saet 21.00-22.00'an de ajansa me dîmenên avêtina çopê ya vê fabrîkayê girt. Dema fabrîka çopê diavêje golê dîmenekî bi rengê zer derdikeve holê. Her wiha ev çopan bîhnek giran li derdorê jî belav dike. 
 
Nehat hînbûn ka fîltreyên çop û hewayê tên kontrolkirin an na 
 
Ev fabrîkaya ji roja ava bûye zirareke mezin dide Gola Wanê. Ev Zagona Perên Gol, Beh û Çeman jî binpê dike. Divê fabrîka herî kêm 150 metreyî dûrî perê golê be. Nehat hînbûn ka fîltreyên çop û hewayê tên kontrolkirin an na.
 
Qayûm avêtina çopan ji nedîtîve tê 
 
Qayim debarê qirêjkirin û dagirkirina perê Gola Wanê tu xebatan nake. Di meha borî de festîvala bi navê "Danasîna Gola Wanê ya bi Cîhanê re" li dar xist. Lê belê bi vê festîvalê ew qirêjî nehat dîtin. Bi bê festîvalê dîsa gol qirêj kirin û komeleyên derûdorê bi raya giştî re bertek li dijî vê yekê nîşan dan.