Li Çiyayê Gabarê şewat

  • 22:49 15 Tebax 2023
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Li Çiyayê Gabarê li çoltera gundê Banîsra ku yek ji noxteyên ku kuleyên leşkerî lê ne, agir bi daristanê ket.
 
 Li çoltera gundê Banîsra yê di salên 1990’î de bi darê zorê hate valakirin û girêdayî Çiyayê Gabarê yê Şirnexê ye li qada daristanî şewat derket. Li herêma ku şewat derket du kuleyên leşkerî lê hene. 
 
Li aliyê din li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, hate diyarkirin ku li herêma şewat derketiye lêgerîna petrolê hatiye kirin, piştî dengên dînamîtên ser hev şewat derketiye.