Talana li peravên Muglayê!

  • 09:07 14 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
Melîke Aydin
 
MUGLA - Şîrketa MUÇEV ya li Muglayê perav bêyî usul kirê kiriye, bihayên zêde li esnafan ferz dike. Şîrketa bi piştgiriya wezaretê faliyetan dimeşîne, peravên ji gel re vekirî yek bi yek desteser dike.
 
Bazirganiya Turîzmê ya Muglayê A.Ş (MUÇEV) ya gelek kargerî û lîmanên ji peravên Muglayê ji Wezareta Bajarvanî û Hawirdor û Guherîna Avhewayê (ÇŞÎDB) kirê kiriye, peravan bi bihayên zêde dide ensafan û Destûra Bingehîn û Peymana Barcelona (Li dijî qirêjbûna Akdenîzê parastin) û Peyman Bern (Peymana parastina cureyên biyolojîk) binpê dike. 
 
Di bin kontrola Walîtiya Muglayê de bi hevkariya MUÇEV û Weqfa Xizmetê ya ya Muglayê di 4’ê Nîsana 2014’an de şîrket hat avakirin û herî dawî îbareya ÇŞÎDB lê hat zêdekirin. Parêzvanên jiyanê diyar dikin ku avakirina şîrketê ya bi navê ‘weqfê’  ji bo qezenckirina statûya bajarê mezin a Muglayê ye.
 
Şîrketa peravan dide kirê, li pevanê hewl dide 6 lîmanên yat ava bike. Di nav van lîmanan de ya Fethiye, Goçek, Karacaogut û her wiha mezinkirina îskeleya gundê Selimiye heye. Ji bo înşata limana yat a Karacasogut biryara erê ya ÇED’ê hat dayîn.
 
‘MUÇEV esnafan tehdîd dike û bedela kirê bilind dike’
 
Dildara Însiyatîfa Datçaya Bêşezlong û Platforma Hawirdorê ya Muglayê (MUÇEP) Melda Omay û der barê mijarê de nirxandin kir.
 
Meldayê da zanîn ku MUÇEV ya navê weqfê lê hatiye danîn bi armanca ku wek tiştekî baş bên dîtin ev nav lê hatiye kirin û got şîrketê di 2017’an de dest bi faliyetên kirêkirinê kiriye û got: “Walîtiyê hemû perav bi kirê daye MUÇEV’ê. MUÇEV jî peravan bi kirê dide tesîsan.  Kirêkirinên wek mafyawarî dikin. Esnaf ditirsin. Bi bihayên mezin didin esnafan. Yên dibêjin em naxwazin bi tehdîda ‘em ê bibin hinekên din’ tehdîd dikin. Em van agahiyan ji hevalên ensaf digirin. Lê mînak hûn nikarin li wê peravê tesîsê çêkin, tuwaletê çêdikin. Mînak piştî MUÇEV hat her der bû şezlong. Ji ber kirê bihabûn esnafan bihayê şezlongan zêde kir. Li perava Kargi şezlong bi 900 lîrayî ne.”
 
‘Plaj tije şezlong in’
 
Meldayê got ev 20 sal in li Datçayê dijî û berê şezlong tûnebûne û got: “Niha her der şezlong in. Êdî kes ji bo seyranê nayê. Hewaya seyranê ya malbatan tune ye. Li Kizilbuk welatiyên diçin plazê çenteyên wan lêgerîn dikin. Lê tu kes nikare çenteyê welatiyan lêgerîn bike. Der barê kirêkirina peravan de 5 sal in doza me vekiriye didome. Lê bi hincetên kêmasî hene bi encam nabe. Em ê çalakiyên xwe bidomînin. Hem li qadan hem jî di qada hiqûqî de divê em xwedî li mafên xwe derkevin. Divê înat û israra bidome.”