‘Em ê xweza û wekheviyê biparêzin’

  • 09:05 13 Tebax 2023
  • Ekolojî
AMED - Jinên Amedê li dijî talana xwezayê bi gotinên "Ji Cudî heta Akbelenê em ê xweza û wekheviyê biparêzin" banga xwedîderketina li xwezayê kirin.
 
Qirkirina daran a li Kurdistan û Tirkiyeyê didome. Berxwedana li dijî qirkirina daristanên Akbelenê yên li Îkîzkoy a navçeya Mîlas a Muglayê jî didome. Leşkeran daristanên Çiyayê Cûdî dişewitînin cerdevan jî darên mayî dibirin. Şewitandina daran û birîna daran ji hêla welatiyan ve tê astengkirin.
 
Jinên Amedê bertek nîşanê talankirina xwezaya Kurdistan û Tirkiyeyê dan.
 
‘Armanceke din a talankirinê asîmîlasyon e’
 
Gulîstan Bagir da zanîn ku di serî de Kurdistan, li gelek bajaran talankirina ekolojiyê tê jiyîn û şewitandina daristanan jî bi zanebûn tên derxistin. Gulîstanê wiha dirêjî daye: “Di talankirina xwezayê de dewlet dixwaze axa kurdan tune bike û kurdan asîmîle bike. Cihên wek Îzmîr Antalya tên şewitandin lê armanca wan ne wek ya Kurdsitanê ye. Ji ber tiştek ji destê min nayê dilê min pir dişewite. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Divê em bên gel hev û xebatan bikin nîqaşan bikin.”
 
Banga têkoşîna yekbûyî
 
Gulîstanê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ji ber dixwazin kurd tune bibin pêşî li temirandina şewatan digirin û ev tişt bi lêv kir: “Piştevaniya ji bo Akbelen tê nîşandan ji bo Cudî nayê nîşandan. Ji ber em kurd in alîkar nabin. Dibînin lê ji nedîtî ve tên. Divê hemû aktîvîsên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re têbikoşin. Ez banga têkoşîna yekbûyî dikim. Divê em ligel hev û dest bidin hev.”
 
‘Şewat ne tesaduf in’
 
Nurgul Denîz jî destnîşan kir ku derketina şewatan li gorî herêman sedema wê diguhere û wiha nirxandin kir: “Li dijî talana Akbelen û Cudî çav tên girtin. Li aliyekî Cudî û li aliyekî li Licê. Li van deran bi hinceta ewlehiyê çiya tên talankirin. Li ber çavan daristan tên şewitandin. Gelo tişta ewlehiyê tehdîd bike çiye. Şewatên li Ege û Akdenîzê ne tesadî ne. Bi zanebûn derdixin.”
 
Şewitandina daristanan û hişkesalî
 
Aynur jî bertek nîşanê şewitandina daristanan da û  wiha domand: “Piştî şewitandina daristanan hişkesalî çêdibe. Avahiyên bilind tên çêkirin. Ev jî li kar û barê dewletê tê. Li şûna daristanekê daristanek din nayê çêkirin. Tunebûna daristanê tê wateya tunebûna me.”