Şewata li Licê derketî nêzî gundan dibe

  • 16:51 12 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
 
AMED - Li gundên Gom û Bamitnî yên navçeya Licê şewat derketibû û her ku diçe belavtir dibe. Ji bo vemirandina şewatê mudaxileyeke lawaz tê kirin û hat zanîn ku şewat nêzî jîngehan dibe.   
 
Îro di danê sibehê de li gundê Gom û Bamitnî yên girêdayî Licê ya Amedê şewat derket û her ku diçe belavtir dibe. Agir, li Mezraya Hecî Cemîl derket û gundiyan bi bêran ax koland û xwestin agir vemirînin. Hat zanîn ku 2 maşîneyên agirkujiyê ji bo vemirandina agir hatin şandin. Şêniyên li herêmê destnîşan kirin ku midaxileyên ku têne kirin lewaz in û nehat zanîn bê ka şewat ji ber çi derketine. 
  
Hat destnîşankirin ku agir ber bi jîngehan ve belav dibe û wesayîtên agirkujiyê di peydakirina avê de zehmetiyê dikişînin. Li gorî agahiyan, şewat nêzî gundên Gom û Bamitnê dibin. Hat zanîn ku gundî hewl didin ketina gund bikolin da ku agir belavî gund nebe. Şêniyên gund dibêjin ku jiyana wan di xetereyê de ye, dixwazin agir were vemirandin û banga mudaxileyê dikin.  
 
Gundiyan destnîşan kirin ku ziyaneke mezin a madî û manewî gihiştiye wan.