Heyva Sor a Kurdistanê: Îranê vemirandina agir asteng kir

  • 12:55 9 Tebax 2023
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Heyva Sor a Kurdistan a beşa Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku Îranê di vemirandina agirê daristanên Zagros de, ti alîkariyek neda xelkê, berovajiyê wê bû asteng.
 
Ji roja 3’yê Tebaxê ve li sê cihên cûda yên daristanên Zagros a li herêma Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê şewat derketiye. Destpêkê li herêma Dereweran, Asnewe û Serşîw agir geş bû piştre agir belavî qadek berfireh bû. Derbarê şewatê de Heyva Sora  Kurdistanê ya beşa Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku beriya çend rojan agir bi daristanên Zagros, taybet jî bi daristanên Merîwanê ket û wiha tê gotin; “Di vê rewşê de, hikumeta Îranê ji bo vemirandina agir ti alîkariyek neda xelkê, berovajiyê vê astengî çêkir. Xelkê sivîl, jîngparêzên Kurdistanê bi destê vala agir vedimirandin. Di vê rewşê de jîngeparêz û xelkê sivîl ji bo kontrolkirina rewşê banga alîkariyê li Kurdên derveyî welat kir. Li beramber de, ev bang rastî pêşwaziyek germ hat, di encamê de heya radeyekê alîkarî hatin şandin û gihiştin cihê xwe.”
 
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Me jî weke erkek xwe, li gorî derfetên xwe bi bihayê 220 milyon tûmen kel û pel ji bo welatiyên agir vedimirînin, dabîn kir. Em dizanin pêwîstî gelek in û ev alîkarî jî beşek biçûk e. Lê weke Heyva Sora a Kurdistanê em ê hewl bidin hîn zêdetir piştigiriyê bidin jîngeparêzên Kurdistanê.”